AMED – Li gundên herêma di navbera navçeyên Licê û Hênê de eskeran bi ser malan de girt û nasnameyên 471 kesî kontrol kirin.
Eskerên yekîneyên taybet û cerdevanan di 29’ê tîrmehê de li gundên herêma di navbera navçeyên Licê û Hênê yên Amedê operasyona eskerî dabûn destpêkirin. Hat zanîn ku operasyon di saetên şevê de temam bûye. Esker û cerdevanan avêt ser gelek malan û lêgerîn pêk anîn. Hat ragihandin ku di têketin û derketina gundan de nasnameya 471 welatî kontrol kirine.
Hat zanîn ku yekîneyên eskeriyê li herêmê şikeftek xwezayî jî rûxandine.