Parêzerên Ocalan: Awayê berê didome

img

STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi lêv kirin ku piştî 4 hevdîtinan nêzî 2 meh e nikarin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin û serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê jî bê bersiv dimînin. Parêzeran got: "Pêvajoyeke ku serlêdanên me bêbersiv bimînin û bersiva ji bo wan neyînî be, ew pêvajo pêvajoyeke negatîf e. Tê wateya domandina awayê berê."

Piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, parêzer di 2'yê Gulanê de çûbûn Greva Îmraliyê û hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkiribûn. Piştî vê hevdîtinê parêzer di 22'yê Gulanê, di 12 û 18 Hezîranê de 3 carên din jî hevdîtin bi muwekîlê xwe Ocalan re çêkiribûn. Lê belê piştî van hevdîtinên nêzî 2 meh in serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bê bersiv dimînin. Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Cengîz Yureklî, tecrîda li Îmraliyê nirxandin. 
 
Parêzer Rezan Sarica, diyar kir ku piştî 8 salan cara ewil hevdîtin bi Ocalan re çêkirin û di her çar hevdîtinên dawî de jî tenduristiya Ocalan baş bûye. Sarica, got: "Her wiha moralê wî pir baş bû. Birêz Ocalan herî zêde tenduristiya civakê esas digire. Got, di vî warî de tişta herîg irîng tenduristiya civakê ye, pirsgirêkên diqewimin pir girîng in û niha ew li ser van pirsgirêkan hûr dibe û eger ev pirsgirêk bên helkirin û tenduristiya civakê baş bibe wê rewşa her kesî jî baş bibe. Lê belê dema em hemû hevdîtinan tînin ber çavên xwe, di warê bêhnstendinê û xewê de pirsgirêkn wî hebûn." 
 
‘MIFTEYA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E' 
 
Sarica, diyar kir ku ji 7 xalên deklerasyona Ocalan yek jê jî "helwesta Îmraliyê" bûye. Sarica, Ocalan 26 sal in têkoşîna ji o aştiyê destnîşan dike û ev helwesta wş 24-26 sal in didome û got: "Ji dema Ozal ve têkoşîan wî ya ji bo aştiyê didome. Her tim bal dikişîne ser hemû hêlan, hemû firsendan pir baş dinirxîne. Qesta wî ya ji helwesta Îmraliyê jî ev e. Nîşan da ku hêza wî ya ji bo çareserkirinê heye, kirdeyeke polîtîk e û helwesta Îmraliyê di pozîsyona mifteya çareserkirina pirsgirêka kurd de ye. Birêz Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ku çalakiyeke dîrokî bû da seminandin û careke din siyaseta jiyanê nîşan da. Yanî ew pêvajoya di navbera 2013-2015'an de qewimî, di Gulan û Hezîrana îsal de careke din hat ceribandin. Helwesta Îmraliyê ya behsa wê dike rewşeke bi vî rengî ye." 
 
Sarica, destnîşan kir ku di hevdîtinan de mînaka Gandî jî derketiye pêş û got: "Gandî greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê bi têkoşîna civakiyî û rêxistinbûyîna civakiyî xurt kiribû û bi ser ketibû. Di vî warî de, di siyaseta Tirkiyeyê de behsa kêmasiyên hêzên sivîl, civakî, qada polîtîk û kesên talibê rêya sêyem in dike. Fikra wî ew e ku di vî warî de heke bivê divê çalakiyên siyaseta demokratîk xurt dikin bên kirin. Yanî bi kurt û kurmancî behsa mezinkirin û xurtkirina têkoşîna civakiyî dike." 
 
‘MEM Û ZÎN SANCÛYA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ YE' 
 
Sarica, bi bîr xist ku di hevdîtinan de Ocalan bal kişandiye ser destana Mem û Zînê jî û got: "Gotibû, ew bi nêrîneke civaknasiyî nêzî van destn û bûyerên dîrokî dibe. Bilêv dikir ku ew ew niha dîrok û tiştên rojane cda cuda û di nav hev de analîz dike. Mem û Zînê wekî sancûya demokratîkbûyînê pênase dikir." Sarica, diyar kir ku Ocalan li hemberî kesayetiya kurd ku di Mem û Zînê de bibe kesayetiyek demokratîk, kesayetiya Beko ku tevkarê pergalê ye heye û got: "Digot, civak ne Bekoyek veguheriye bi ehzaran Bekoyan û 90 ji sedî ji wan kesayetiya Beko li wan peyda bûye." 
 
'PEYWIRA SEREKE YA HDP'Ê PÊŞXISTINA SIYASETÊ YE' 
 
Parêzerê Ocalan Cengîz Yureklî, diyar kir ku Ocalan di hevdîtinên xwe de li dijî siyaseta berberîbûnê ya niha wekî açerserî rêya sêyem berpêş dike û got: "Di vî warî de Birêz Ocalan nirxeke mezin li HDP'ê bar dike. Ne mimkun e îktîdar ji bo gelan demokrasiyê hilberînin. Ê vê rolê bi cih bîne HDP ye yanî partiya rêya sêyem e. Birêz Ocalan dibê ger HDP pozîsyona xwe baş diyar bike wê heta 30 ji sedî jî deng bigire. Vê hêviyê ji HDP'ê dike. Divê HDP, ji bo pêşxistina pozîsyona xwe ya demokratîk tev bigere. Divê di warê qanûna bingehîna  demokratîk de rola xwe bilîze. Çimkî ew îtifaqeke demokratîk e. HDP, bi tena serê xwe îtifaqa demokrasiyê ye. Peywira wê ya sereke pêşxistina siyasetê ye." 
 
‘DI HIQÛQÊ DE CIHÊ KURDAN NAXUYÊ' 
 
Yureklî, diyar kir ku rojeveke sereke ya Ocalan îtifaqa qanûna bingehîn a demokratîk e û got: "Yek ji xalên ku dê çareseriyê bi xwe re bîne qanûneke bingehîn a demokratîk e. Birêz Ocalan qanûna bingehîn a heyî wekî qanûneke bipirsgirêk dibîne. Têgîna netewê ay di qanûna bingehîn de têgîneke bipirsgirêk e. Qanûneke bingehîn î homejen ku hemû deng û rengan red dike. Pêwendiya di navbera dewlet û welatîbûnê de şaş hatiye pênasekirin. Birêz Ocalan evan hemûyan wekî pirsgirêk diyar dike. Yek ji mînakên wî ew e ku dibêje di hiqûqê de cihê kurdan tune ye." Yureklî diyar kir ku ji xwe hêleke têkoşîan Ocalan jî ew e ku kurd di deriyê hiqûqê re derbas bibin û got: "Helbet ev tenê bi qanûna bingehîn pêk nayê. Di vî warî de qanûna rêveberiyên herêmî û qanûna civaka sivîl destnîşan dike." 
 
Ocalan, di hevdîtina 22'yê Gulanê de îşaret bi demeke 30-40 rojî kiribû. Yureklî ji bo vê jî got: "Têgîna demeke 30-40 rojî, têgîneke objektîf e. Di 22'yê Gulanê de got, lê niha rewş li holê ye. Zelal e. Lê belê ev yek rewşeke polîtîk a civakiyî nîşan dide. Ev hemûg irêdayî vê ye. Em bi hev re bertek û geşedanan bibînin. Her wiha ji bo ev rewş ji holê bê rakirin jî divê em bi rêbazên cuda tev bigerin." 
 
'ÎMRALÎ BI XWE TECRÎD E' 
 
Yureklî, destnîşan kir ku ji 2'yê Gulanê heta 18'ê Hezîranê tecrîd bi dawî nebûye û got: "Jixwe bi çûyîna parêzeran tecrîd bi dawî nebibû. Me parêzeran bi hevdîtinên 20 rojan carekê û du saetan tu carî îdia nekiriye ku tecrîd bi dawî bûye. Jixwe pergala Îmraliyê bi xwe pergala tecrîdê ye. Heta pergala Îmralyê hebe çi qas hevdîtin pêk bên bila bên dîsa wê şert û mercên tecrîdê hebin. Divê em bi vî awayî nêzî vê yekê bibin." Yureklî, anî ziman ku ji bo deklerasyona 7 xalî ya Ocalan, helwesta Îmraliyê ya Ocalan û pozîsyona wî ya muzakereya demokratîk, divê şert û mercên azad bên peydaakirin û got: "Divê her kes bi ehsasiyet nêzî vê rewşê bibe. Çimkî mesele hesasiyetên civakiyî ne." 
 
'BERDEWAMIYA AWAYÊ BERÊ YE' 
 
Herî dawî Yureklî bal kişand ser serlêdanên dawî û got: "Pêvajoyeke ku serlêdanên me bêbersiv bimînin û bersiva ji bo wan neyînî be, ew pêvajo pêvajoyeke negatîf e. Tê wateya domandina awayê berê." 
 
MA / Sadiye Eser  
 

Sernavên din

03/08/2019
16:24 Girtiyê nexweş Çetînkaya defin kirin
16:11 HDP’ê biryara ‘kampanyeya azadiyê’ girt
16:10 'Bila hemû girtiyên nexweş bên berdan'
15:23 KCD’ê Komxebata Tenduristiyê li dar xist
14:27 Xizmên windayan: Rêya aştiyê di rû bi rûkirina paşerojê re derbas dibe
14:18 Polisan li Dersimê kesek binçav kirin
13:52 Dayikên Şemiyê: Dê edalet rojekê ji we re jî pêwîst be
13:36 Konferansa HDP'ê dest pê kir: Divê em welat ji tecrîdê rizgar bikin
12:51 Caroline Fourest: Ev fîm wê Erdogan bide şermê...
12:04 Di bîranîna Komkujiya Şengalê de berteka 'spî'
11:15 Biryara nepeniyê danîn ser dosya Vedat Ekîncî
11:10 Ji bo îfade bide çû edliyê, hat binçavkirin
10:52 Girtî li dijî sewqê 26 rojin di grevê de ye
10:28 Hejmara meha Tebaxê ya Newaya Jin derket
10:27 Mîskîn Pîso Azzam a Êzidî ya li Mîdyadê dijî: Wê rojê ferman bû
10:05 Ji bo girtina cenazeyê kurê xwe 2 sal û 3 meh in bajar bi bajar digere
10:04 HDP'ê komkujiya li dijî Êzidiyan şermezar kir
09:16 'Ji ber krîza aborî kes qurbaniyan nastîne'
09:16 'Hûn ê çawa wî hawizî biparêzin'
09:13 Dizan malên Suryanî û Êzidîyên Midyadê kirine armanc
09:11 Bermahiyên fabrîqeyan Çemê Ergene jahrînî dike
09:07 Gelê Esentepe: Em bi talûkeyên mezin re rû bi rû ne
09:05 Sal 2014: Tirkiye zebeş difirotin dervê welat
Sal 2018: Tirkiye zebeşan ji derve dikire
09:03 Poşmantiyê ferzî girtiyên nexweş dikin
09:02 Tarim Orkam Sen: Rençber êdî nikare hilberîne
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2019'AN
02/08/2019
20:42 Hevserokê HDP'ê yê berê cezayê wî erê kirin û girtin
16:58 Girtiyê nexweş Tahir Çetînkaya jiyana xwe ji dest da
16:42 Li Çinarê kesek hat girtin
16:13 Eskerên Îranê ciwanekî Bazîdê kuşt û 4 kes binçav kirin
15:43 Tanrikulu ji Wezîr Soylu îzahata gulebara li ser gundiyan pirsî
15:38 ÎHD: Bila 3’yê Tebaxê weke roja biranîna jenosîde bê naskirin
15:38 Baroya Amedê wê piştgiriya hiqûqê bide malbata Ekîncî
14:29 HDK: Em li dijî komkujiya Êzidîyan di çalakiya bêdengiyê de ne
14:19 Li Patnosê 6 kes hatin binçavkirin
13:33 Pêşangeha wêne û nîgaran a jinên êzîdî
13:23 Ciwanê şemitî û ket ava bendavê fetisî
12:45 Walîtiya Colemêrgê: Guleya pekiya Ekincî kuşt
12:29 ÎSÎG: Di Tîrmehê de herî kêm 163 karker hatin qetilkirin
12:07 Şaredariya Rêya Armûşê Dibistana Ziman a Kurdî wêran bûye careke din vedike
12:03 Encûmenê HDP’yî Eres hat berdan
11:56 Li Cîzrê bijîjkek û 3 hemşîre hatin binçavkirin
11:38 Baroya Wanê bersîv da gotina Walîtiya Wanê ya 'sadist' û 'yekperest'
11:08 MYK’a HDP’ê li Amedê civîya
10:40 5 sal di ser Fermana 73’yemîn re derbas bû: Lê birîna wan hêj taze ye
10:36 Îdîayên întîharên Navenda Paşveşandinê ya Dîlokê anî rojeva meclîsê
10:22 HDP 1'emîn Konferansa Rêxistinbûyîna Navendî pêk tîne
10:07 Cenazeyê welatiyê di Çemê Firatê de winda bû hat dîtin
09:56 F. D. ê 3 sal berê tecawizî xwarziya xwe kir, nû doz lê vebû
09:55 Qeyûmê Cizîrê 2 mîlyon TL nelirêtî kiriye!
09:16 Li Cizîr û Sîlopî civînên gel ên şaredariyan dewam dikin
09:07 'Em bang li her kesî dikin serî hildin, li Çiyayê Kazê xwedî derkevin'
09:06 ‘Tundiya li dijî jinê rewa dikin'
09:05 Projeya Erdogan vekirina wê pêk anî di salekê de rûxiya
09:04 Gurkan: Ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîna demokrasiyê mezintir bibe
09:03 Markeya hilberîna ked û komînal a jinan: Tûşbal
09:02 60 sal in hostetiya kûzan dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2019'AN
01/08/2019
22:14 Eskeran li gundiyan gule reşandin: Zarokek mir
21:43 Ozevîn û Ozdemîr li ser gorên wan bibîr anîn
21:29 Jinan li Amedê bi ‘Karwana Mor” li nava bajêr geriyan
20:00 Welatiyên Mêrsînê serî hildan
16:37 Temellî: Li ser axa Mezopotamya çandinî qedandin, em ê bi hev re çareseriyê li pêş bixin
16:35 Li Kartalê jinek kuştî hat dîtin
16:35 Beştaş: Komkujiya Şengalê nas bikin
15:53 Xizmên şaredarê YSK'ê îstifa kirin
15:28 KCD: Em komkujiya şengalê ya li ser jinên êzîdî şermezar dikin
15:07 Li derve polîsan û li hundir jî Memûr Senê mudaxaleyî KESK’iyan kir
14:39 ‘Bi bendava Ilısu xwezaya te wêran dibe'
13:47 Cenazeyê Çakmak li Dersimê hat definkirin
13:28 Walîtiyê daxuyand ku 12 hezar koçber ji Stenbolê şandine
12:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Nasnameya 471 welatiyan kontrol kirin
11:08 Parêzerên Yoldaş ê li mala xwe rastî îşkencê hat serlêdana sûc kirin
10:51 Li Îzmîrê 9 kes hatin binçavkirin
09:59 Walîtiya Wanê qedexeya 983 rojan parast û Baroyê bi ‘yekperestî’ û ‘sadîstiyê’ sûcdar kir
09:08 Zarokê ji qirika xwe birîndar bû jiyana xwe ji dest da
09:07 Li Hezoyê gelek kes diçin Gola Masiya
09:07 Wê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê civînên xwe êdî li taxan çêbike
09:04 Parêzerên Ocalan: Awayê berê didome
09:03 Dîwana Muhasebatê di rapora xwe de cih da nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê
09:01 ‘Polîs bi beramberiya pereyan, bi gefxwarin û derbkirin sîxurtî lê ferz kirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2019'AN
31/07/2019
16:45 Rêxistina HDP'ê li Rihayê starta kongreyê da
16:41 Li Çinarê operasyona eskerî
16:05 ‘Li dijî sînor û cudakariyê em cîhana azad û wekhev dixwazin'
15:20 Karwana KESK'ê ya Wanê gihişt Dîlokê
15:06 Rûniştina doza mamosteyê ku ji îstîsmarkirina 6 xwendekaran tê darizandin hat dîtin
14:37 Parêzerê Erkan Irmak: Dozger der barê windayan de lêpirsîn nake
14:33 Li Îzmîrê karkeran û şaredariyê peymana kar îmze kirin
14:08 ‘Pêwîst e rayedar ji bo karkerên demsalî bikevin bin berpirsiyariyê’
13:04 Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin banga çalakiyên 3'yê Tebaxê kir
13:01 Îran jî tevlî operasyona Tirkiyeyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bû!
12:47 YNK di diyarkirina helwestê de zehmetiyan dikişîne, biryargehên xwe veguhezand cihên bi ewle
12:09 Angaşta ‘PDK û MÎT’ê 4 navendên xebata hevpar ava kirine’
10:39 ‘Armanca projeyan ew e ku Dersimê bêmirov bihêlin’
10:37 Li Dersimê qeza: Ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da
10:27 Hevseroka Girê Spî Hêvî Îsmaîl: Em li vir in û dest ji axa xwe bernadin
10:26 Ji ber ku çû serdana gora hevjînê xwe lêpirsîn lê hat vekirin
09:13 Ji Weşanxaneya Lîsê 5 pirtûkên nû