RIHA - HDP'ê li Rihayê starta kongreyê da. HDP'ê diyar kir ku heta dawiya meha Cotmehê wê kongreyê xwe bi dawî bike.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê starta kongreyê da. Têkildarî starta kongreyan li avahiya HDP'ê ya Rihayê daxuaynî dan. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, endamên Meclîsa HDP'ê tev li daxuyaniyê bûn. Têkildarî xebatnên kongreyê Endamê Meclîsa HDP'ê Îzzet Karadag diyar kir ku di ser hilbijartina 31'ê Adarê re 5 meh borîn û wiha got: "Me encamên hilbijartinê nirxandin û em ketin pêvajoya rexne û rexnedayînê. Di vê pêvajoyê de me bi lez dest bi kongreyan kir. Heta dawiya Cotmehê emê kongreyên xwe bi dawî bikin."
Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca jî anî ziman ku di pêvajoyek giran a siyasî re derbas dibin û wiha got: "Soza ku me daye gel heye. Ji bo ruhê seferberiya rêxistinbûnê me lez da xebatên xwe. Emê li bajar, navçe û gundan civînan pêk bînin û emê bibin bersîva pêvajoyê. Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hêj bi dawî nebûye. Tecrîd didome. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê em bêtir bixebitin. Me li Rihayê ruhê seferberiyê daye destpêkirin."