DERSIM – Li Dersimê qada ji 43 hezar û 350 hektar pêk tê û ku beşek Parka Mîllî ya Mûnzûrê jî dikeve berê wek qada madenê hat ragihadin. Bertekên li dijî vê yekê didomin. Nûnerên partiyên siyasî yên li Dersimê gotin bi vê projeyê dixwazin Dersim bêmirov bihêlin.
Xweza û ava paqij a Dersimê tê tunekirin. Li Dersimê qada ji 43 hezar û 350 hektar pêk tê û ku beşek Parka Mîllî ya Mûnzûrê jî dikeve berê wek qada madenê hat ragihadin. Gelek herêm dikevin bin vê projeyê. Ruhsanameya vî karî jî dane şirketen taybet. Nûnerên partiyên siyasî yên li Dersimê bertek nîşanî projeyê dan û gotin dixwazin bi vê projeyê herêmê bêmirov bihêlin.
‘NE MIMKIN E ÎNSAN BIJÎN’
Meclîsa Jinan a HDP’a Dersimê Nurşat Yeşîl diyar kir ku dema proje bikeve meriyetê dê ava paqij, jiyana xwezayî û xwezaya Dersimê tune bibe. Yeşîl da zanîn ku li cihê ku lêgerîna madenê lê hebe jiyan li wir nîne û divê Dersimî bi seferberî li dijî vê projeyê derkevin. Yeşîl da zanîn li cihê ku xweza lê bê qedandin li wir ne mimkin jiyana însanan bê domandin. Yeşîl bang li şêniyên Dersimê kir ku xwedî li xwezaya xwe derkevin û heke ew bi hevparî têbikoşin dê bi ser bikevin û xwezaya xwe veguhezînin siberojê.
'DIXWAZIN DERSIMÊ BÊMIROV BIHÊLIN’
Serokê Partiya Kedê (EMEP) ya Dersimê Ergîn Tekîn jî destnîşan kir ku projeya tê xwestin çêbikin dê felaketek mezin li ber tunekirina xwezayê veke û got: “Dixwazin bi projeyê jiyanê tune bikin. Her wiha yek ji armanca vê projeyê ya mezin jî ew e ku dixwazin Dersimê bêmirov bihêlin.”
'BI ZANEBÛN VÊ RPOJEYÊ PÊK TÎNIN’
Serokê Rêxistina Navçeya Navendî ya CHP’ê ya Dersimê Huseyîn Yoluj jî bal kişand ser xweşikiya xwezaya Dersimê û got: “Projeya madenê ya tê xwestin çê bikin biryarek siyasî ye. Bi vê projeyê dê xwezayê tune bikin. Pêşkêşî sermayedaran dikin. Dewlet vê bi zanebûn pêk tîne. Em li dijî her cûre talankirina xwezayê ne.”
MA / Mehmet Şah Oruç- Semra Turan