GIRÊ SPÎ – Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sewqiyata eskerî ya Tirkiyeyê li ser sînor nobetê digirin û dibêjin ku ew ê tu demê dest ji axa xwe bernedin. Hevseroka Kantona Girê Sipî Hêvî Îsmaîl jî got: “Heta ev gef û êrîş bên sekinandin em ê li qadan bin.”
Ev demeke Tirkiye ber bi sînorên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve eskeran dişîne û li ser sînor bicih dike. Yek ji van bajarên ku li hember wan sewqiyata eskerî pêk hatiye Girê Sipî ye. Şêniyên Girê Sipî li dijî vê sewqiyatê 14 roj in di çalakiya nobetê li dar dixe. Welatiyên kurd, ereb, tirkmen û ermenî bi hev re vê çalakiyê li dar dixin. Li gel Girê Sipî li bajarên Kobanê û Serêkaniyê çalakiya nobetê didome. Hevseroka Kantona Girê Sipî Hêvî Îsmaîl diyar kir ku Tirkiye ji bo pêşî li xitimandina siyaseta xwe ya navxweyî veke êrîşî gelên Sûriyeyê dike.
HEMÛ GEL LI SER SÎNOR IN Û PEYAM ZELAL E
Îsmaîl da zanîn ku bi rojane ew di konên vedane de çalakiya nobetê digirin û li kêleka sînorê Tirkiyeyê nobetê digirin. Îsmaîl diyar kir ku ew li hember navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê çalakiya xwe li dar dixin û got: “Însan dibêjin çima hûn rabûne ser peya. Em jî dibêjin ku Erdogan gefa li me dixwe. Got ‘ez ê êrîşî Girê Spî û Til Rifat bikim.’ Em jî li dijî tank û topên wî derdikevin. Em wek gelê Girê Spî vê nobetê digirin. Hin kes dibêjin tenê kurd hene, na îro ereb, ermenî û tirkmen jî hene li vir. Çimkî ew jî dizanin kî gefa li wan dixwe û dizanin mesele çi ye û dizanin kî dixwaze çi bike. Peyama me li vir pirr zelal e.”
‘DIXWAZIN KRÎZA XWE BI VÎ ŞERÎ ÇARESER BIKIN’
Îsmaîl destnîşan kir ku derdê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: “Li Tirkiyeyê krîzek pir mezin a hundirîn heye û diqewime. Xitmandina siyaseta navxweyî dixwaze veguhezîne derve. Em bi ferastek ku di warê siyasî û eskerî de têk çûye re rû bi rû ne. Ev rewşek ku rûyê wan hundir derdixe holê ye. Di hilbijartina dawî de jî derb xwarin. Bajarên xwe yên herî girîng Stenbol û Enqere winda kirin. Krîza siyaseta hundirîn ku dijîn dixwazin bi şer biguherînin. Wek navnîşan jî vê pergalê kirine hedefa xwe.”
‘EM JI HER TIŞTÎ RE AMADE NE’
Îsmaîl anî ziman ku gelên Girê Spî pergalek hevpar û azad ava kirine û got: “Armanca wan a sereke dixwazin vê pergala me tune bikin. Gelê Girê Spî bi vê çalakiya nobetê dibêjin ‘em li vir in.’ Heta ev gef û êrîş bên rawestandin em ê li qadan bin. Em ji aştiyê re jî ji êrîşan re jî û ji diyalogê re jî amade ne. Lê bila vê yekê qet ji bîr nekin. Em ê qet û qet dest ji axa xwe bernedin. Gel yê me ye û axa me ye. Ya ku dikeve ser milê me berxwedane. Em ê heta dawiyê vê yekê bikin.”
MA / Nazim Daştan