* Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sewqiyata eskerî ya Tirkiyeyê li ser sînor nobetê digirin û dibêjin ku ew ê tu demê dest ji axa xwe bernedin. Hevseroka Kantona Girê Sipî Hêvî Îsmaîl jî got: “Heta ev gef û êrîş bên sekinandin em ê li qadan bin.”
* Nûnerê Dev Tekstîlê yê Çûkûrovayê Ahmet Sûbaşi, diyar kir ku li Mêrsîn, Edene û Dîlokê mafên karkeran tên xespkirin û got: "Qanûnên koletiyê li karkerên tekstîlê tên ferzkirin."
* Rêvebirê kampanyaya "Hepimiz Goçmeniz-Irkçiliga Hayir" (Em Hemû Koçber In) Ozan Tekîn diyar kir ku YE ji bo rawestandina koçberan hin taw,z dane Tirkiyeyê, lê belê ev ne tiştine insanî ne û got, Tirkiye, di bazariya xwe ya bi YE'yê re koçberan wekî koz bi kar tîne.
* Li Aydinê, ji ber JES'ê li nav erdên çandiniyê hatine çêkirin, berdariya gilyaz û tirî kêm bûye. Cotkar Nîhat Firat, got: "JES'an hevsengiya ekolijîk a ava bin erdê serobino kiriye. Nexasim jî tehde pir li hejîr û zeytûnan hatiye ji lew re koka wan pir dibînî erdê de ye."
* Li Mêrsînê, hin kesên xwe wek îstixbarata polîs û cendirmeyan didin nasandin, her meh bi awayekî rêkûpêk diçin malên malbatên zarokên wan tev li PKK'ê bûne û hevkarîtiyê li wan ferz dikin.
* Weşanxaneya Lîsê, dîwana helbestan a ewil a Cegerxwîn ku heta niha qet nehatibû çapkirin jî di nav de 5 pirtûkên nû çap kirin. Ji van pirtûkan yek jî bi amadekariya Îhsan Colemêrgî li ser dîroka Ûrartûyan e.
* Navenda Giştî ya ÎHD'ê wê têkildarî revandina Yasin Ugan, Erkan Irmak, Salim Zeybek û Ozgur Kaya yên piştî 4 mehan li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê hatin dîtin Li Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Komeleya Em Hemû Koçber in, wê li dijî dersînorkirina koçberan li Otela Taksim Hillê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, wê Şaredariya Nisêbînê ziyaret bike. Wê bi nûnerên rêxistinên demokratîk re kom bibin. (15.00-20.00)
* Meclîsa ÎSÎG'ê dê têkildarî karkerên demsalî yên li Licê qeza kirin li avahiya Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)