QERS - Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Qersê Guldane Kiliç û Rêvebera Navenda HDP’ê ya Navçeyê Nûriye Erkmen hatin girtin. Adem Yildirim jî di rojên derbas bûyî de hatibû girtin.
Polîsan li Qersê, di 23’yê Tîrmehê de serê sibê bi ser malan de girtibûn. Di serdegirtinên malan de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê Guldane Kiliç, rêveberên HDP'ê Nuriye Erkmen, Oktay Tul, encûmena Şaredariya Pazarcixê ya HDP’ê Munevver Subaşi, Hevserokê berê yê HDP'a Qersê Îdrîs Agbaba û keseke navê wî nehat zanîn hatibûn binçavkirin. 6 kesên îfade dan dozger, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê yê Navçeyê hatin kirin.
Seroka Şaxa ÎHD’ê Guldane Kiliç û Rêvebera Navneda HDP’ê ya Navçeyê Nûriye Erkmen bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 4 kesên din jî bi şertê “Kontrola edlî” hatin berdan.