BEDLÎS - Nivîskar Gulgeş Deryaspî, di çarçoveya operasyoneke li Bedlîsê hate lidarxistin de hat binçavkirin û piştî ku derket dadgehê hat girtin
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê di 25'ê Tîrmehê de li navenda Bedlîs û navçeyên wê Tetwan û Norşînê operasyonek hat lidarxistin. Di vê operasyonê de Nivîskar Gulgeş Deryaspî jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. Gulgeş Deryaspî piştî ku derket dadgehê, bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' hat girtin. Piştî biryara girtinê Deryaspî birin Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê. Parêzerê Deryaspî Mîmar Onal diyar kir ku biryara girtina Deryaspî neheqî û zordarî ye û got ku dê îttîrazî biryara girtina Deryaspî bikin.
Deryaspî endamê PEN'ê ye û berhemên wê yên bi navê "Tariya Bi Tav", "Xezal" ve "Ez Ne Ezim" hene.