MÊRDÎN - Li Mêrdînê, 7 siyasetmedarên Kurd ên di nav de Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût û Hevşaredara Bîsmîlê Gulşen Ozer heyî sewqî dozger hatin kirin.
Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat destpêkirin, polîsan di 24’ê Tîrmehê de li navçeyên Nisêbîn û Qoser ên Mêrdînê û li navçeya Rezan a Amedê bi ser malan de girtin û 7 kesên bin çav kiribûn sewqî dozger hatin kirin. Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût, Hevşaredara Bîsmîlê Gulşen Ozer, endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alaattîn Semîr Zugurlî, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Mêrdînê Leyla Bozkûrt û Şehmûx Sûn, Endamê Meclîsa Şaredariya Nisêbînê Mehmet Emîn Alakn û Sedat Ay serê sibê anîn Edliya Mêrdînê.
Dozger yek bi yek îfadeya siyasetmedarên Kurd digirin. Gelek endamên HDP û DBP’ê û xizmên kesên dibin çavan de hatin avahiya edliyê û li wir radiwestin.
7 siyasetmedarên Kurd bi hinceta beşdarî civîna rêveberiya herêmî ya li Nisêbînê hat lidarxistin bûne, bi sûcdariya “Endamtiya rêxistin” hatine binçavkirin.