ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Şakranê, Haci Alî Başturk ê li nexweşxanê anjiyo bû û dûre şandin girtîgehê, ji aliyê gardiyenan ve hat derpkirin. Gardiyenan cil û bergên wî bi lêdanê çirandin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Şakranê ya li navçeya Alîaga ya Îzmîrê, binpêkirinên mafan dewam dike. Parêzerên çûn hevdîtina girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Şakranê, binpêkirinên mafan ên muwekîlên wan rastî hatin vegotin.
Hat diyar kirin ku girtiyê nexweş Haci Alî Başturk ji ber nexweşiyê demarên dilê wî xitimî bûn û wiha hat gotin: “Başturk ji ber xitimîbaûna demarên dil di 26’ê Tîrmehê de wî dibin nexweşxanê. Piştî ameliyeta anjiyo wî di 26’ê Tîrmehê de, bi wesayîta rîngê paşve dibin girtîgehê. Di ketina girtîgehê de, gardiyan lêgerîna tazî ferzî Başturk dikin. Başturk ê vê yekê qebûl nake rastî lêdana gardiyenan tê. Gardiyan bi derpkirinê cil û bergên Başturk diçirînin. Gardiyan piştî wî derp dikin, wî dibin qawîşê. Hevalên wî ji bo rewşa hevalê xwe Başturk dirûşmeyan berz dikin. Li ser çalakiya girtiyan rêveberiya girtîgehê ji bo rapora derbê Başturk dibe nexweşxanê.”
Parêzeran dan zanîn ku hevalên Başturk ên qawîşê, têkildarê gardiyenên îşkencekar de, hem ji bo rêveberiya girtîgehê û hem jî ji bo dozger daxwaznameyên giliyê şandin.