DERSIM - Zarokên malbatên di Komkujiya Ermeniyan a sala 1915’an de hatin koçkirin, bi komeke dans û muzikê ya li Ermenîstanê avakirin, dixwazin bi hunera xwe vegerin ser kokên xwe. Endamê Komê, diyar kirin ku ji ber komkujiyê neçar man ku koç bikin û gotin: “Em dixwazin vegerin ser koka xwe û wisan bijîn. Em tu carî vê derê qût nebûn. Niha jî em dixwazin vê girêdabûna xwe bihêztir bikin.”
Gelek hunermendên herêmî beşdarî Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûr a Dersimê bûn. Lê îsal Koma Muzik û Dansê ya Ermenî ya Veradardz Folk Ensebemble yekem car beşdarî mîhrîcanê bû û li sar qadê cudahiyek nû derxist holê. Koma Ermenî ya çanda xwe temsîl dike, bi kinc, müzik û lîstikên xwe balê dikişînin ser xwe. Zarokên malbatên di Komkujiya Ermeniyan a sala 1915’an de ji Wan, Riha, Mûş û Bedlîsê neçar man ku koçî paytexta Erîvan a Ermenîstanê bikin, di sala 2009’an de li hev kom bûn û Koma Muzik û Dansê ya Veradardz Folk Ensebemble ava kirin.
Komana Verandardz Folk Ensebemble ya navê wê tê wateya “Vegera ser koka xwe” ji 20 kesan pêk tê. Koma ku li Erîvanê hunera xwe pêş dixwe, yekemîn di Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya Dersimê de derket ser dikê. Koma ku bi kincên xwe yên rengîn û starên bi zimanê dayika xwe gotin rastî eleqeyek mezin hatin. Berdevkê komê Aevsorelî Avestîsyon û endama komê Sose Poetyon derbarê muzik û lîstên xwe de axivîn.
NAVÊ KOMÊ: VEGERA SER KOKA XWE
Avetîsyon, diyar kir ku ew bi hunera xwe dixwazin çanda Ermeniyan bidin jiyîn û got: “Pir girînge ku mirov vegerin ser kokên xwe. Ji ber vê navê koma me jî vegera ser koka xwe ye. Di komkujiya Ermenniyan de mezinên me hatin qetilkirin. Bi komkujiyê re hewl dan çand û zimanê me jî tune kirin. Em jî xwest em li dijî vê komekê ava bikin û çewherê çanda xwe bidin jiyîn. Ji bo ku em jî weke dapîr û bapîrên xwe bijîn, me xwest em vegerin sesr kokên xwe. Ev 10 salin me koma xwe ava kiriye. Me gelek karên girîng bi ser xistin. Ji gelek baran ji bo me dawetiye hatin şandin. Lê ji ber bêderfetiya madî, me nekarî em biçin.”
‘EM DIXWAZN ÇANDA KURD Û ERMENIYAN DINAVA HEVDE PÊŞ BIXIN’
Avestîon, anî ziman ku yekem care ku tê Dersimê û wiha bilêv kir: “Me pir hez ji Dersim û mirovên wê kirin. Em naxwazin biçin. Bi taybetî xwezaya wê em pir bandor kirin. Gelê Dersimê em di dilê xwe de hîs dikin. Ji ber êşên jiyane, em wan gelek nêzî xwe hîs dikin. Ji vir û şûnde emê bên Dersimê, çandên Ermenî û Elewiyan bi hev bidin naskirin.”
‘EM DIXWAZIN VEGERIN SER AXA XWE’
Avestîon, da zanîn ku ewê ji vir û şûn de hîn zêdetir çand û muzika Kurdan lêkolîn bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê ji bo naskirina çand û zimanê gelekê divê mirov li cihê wê bibîne û nas bike. Heya ku derfetên me hebin, emê tim bên vêderê û xebatên xwe bi rêve bibin. Em tu carî ji van deran qût nebûn. Niha jî em dixwazin vê girêdanbûna xwe bihêztir û xurtir bikin.”
‘DI HUNERÊ DE DENG Û CIHÊ JINAN GIRÎNGE’
Yek ji endama komê Sose Paetyon jî, bal kişand ser çanda Ermeniyan û wiha axivî: “Ez pir hez ji çand, ziman û muzika xwe dikim. Ji ber vê yekê min di komê de cih girt. Di hunerê de deng û cihê jinan pir girînge. Jineke ku fêrî çanda xwe bibe, dê zarokên xwe jî bi çanda xwe mezin bike. Di koma me de 7 jin cih digirin. Em dixwazin hemû tiştên xweşik ên çand û hunera xwe pêş bixin.”
MA / Mehmet Şah Oruç – Semra Turan