ŞIRNEX - Çapemeniya alîgir ji bo lêkirina Mizgefta Mezin a li navçeya Elkê ya Şirnexê ku li şûna mizgefta beriya salekê ji ber rizandinê hate hilweşandin tê lêkirin, nûçeyên bi sosret weşand. Çapameniya alîgir di nûçeyên xwe de bi awayekî derew ragihand ku 'mizgeft ji ber êrîşên terorî' hatiye hilweşandin.
Çapameniya alîgir piştî qedexeyên derketina derve yên salên 2015-2016'an, ji bo hemû mizgeft û dibistanên ku li Şirnex û navçeyên wê tên lêkirin, sernavên mîna "Terorê hilweşand û dewletê lêkir" , "Dewlet tiştên ku terorîstan şewitandiye çêkir" davêje. Lê rastiya vê yekê tuneye û bi dîmenan derket holê ku mizgeftên ku qala wan tê kirin, bi êrîşên bombeyî yên dewletê hatine hilweşandin.
Beriya çendekî ji bo Mizgefta Navendî ya li navçeya Elkê ya Şirnexê ku salek berê hat hilweşandin jî nûçeyeke bi vî rengî hat hilweşandin. Mizgefta navborî ya beriya 60 salan hatiye lêkirin, ji ber ku riziyabû, sala borî di meha gulanê de piştî testkirinên teknîkî hat hilweşandin. Bi mizgeftê re bînayeke xizmetê ya 4 qat jî hatibû hilweşandin. Piştî hilweşandinê di demeke kurt de li şûna mizgeftê bi navê Mizgefta Mezin dest bi lêkirina mizgefteke din hat kirin.
QAYMEQAM TALÛKEYÊ JI BÎR KIR
Qaymeqamê navçeyê Îsmaîl Pendîn wê demê ji bo mizgefta nû ev daxuyanî dabû: "Li navenda Elkê ji bo mizgefta me ya ku li ber hilweşandinêbû, qaymeqame me yê beriya niha Mûrat Şener bi gel re biryara hilweşandina vê mizgeftê dabû. Em niha li şûna vê mizgeftê mizgefteke nû lêdikin." Qaymeqam Pendîk timik lekirina mizfgeftê dişopand û digot ku ji ber talûkeyê mizgeftê hilweşandine, herî dawî di 26'ê Tîrmehê de di serdana xwe ya mizgeftê de berovajiyê daxuyaniyên xwe yên beriya niha qala 'terorê' kir.
MEDYA ALÎGIR JÎ BI 'TERORÊ' VE GIRÊDA
Çapemeniya alîgir daxuyaniya herî dawî ya Qaymeqam Pendîk û dîmenên mizgeftê yên ku ji hewa ve hatine kişandin kir nûçe. Çapemeniya alîgir di van nûçeyan agajiyên xwe yên nûçeyên beriya niha derewandin û di hemû nûçeyan de sernavên bi rengî "Terorê hilweşand û dewletê lêkir" , "Dewlet tiştên ku terorîstan şewitandiye çêkir" hatin avêtin.