AMED – Sedat Gorenç ê 19 salî ket hepsê di 43 saliya xwe de di çarçoveya darizandina li DGM’ê ne adilane bûye dê ji nûve bê darizandin hat tahliyekirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi boneya di heyeta Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) eskerên endam hebûne û darizandin bi adilane pêk nehatiye biryara ji nûve darizandina girtiyên berê dide. Di çarçoveya vê darizandinê de Sedat Gorenç ê 19 salî ket hepsê û niha 43 salî ye hat berdan. Gorenç di 19’ê adara 1995’an de li DGM’ê hatibû darizandin û cezayê girankirî yê muebetê lê birîbûn. Gorenç bi dorê li Girtîgehên Amed, Dîlok, Çewlik û Çankiri maye.
Serlêdana Gorenç 14 meh berê ji bo AYM’ê hatibû kirin. Piştî 14 mehan ev biryar hat nirxandin û biryara berdanê hat dayîn.
Gorenç ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Çankiri hat berdan ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.