AMED - Girtî Hasan Çabadak piştî 28 salan di girtîgehê de ma, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê îro serbest hat berdan.
Girtî Hasan Çabadak piştî 28 salan girtî ma îro serbest hat berdan. Hasan Çabadak di sala 1992'an de li Amedê hat girtin. Piştî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Hêjmar 5 a Amedê hat darizandin, bi îdîaya “Hewl daye beşek axa di bin serweriya dewletê de perçe bike" di sala 1996'an de rastî cezayê muebetê hat. Hasan Çabadak, piştî 28 salan girtî ma îro serbest hat berdan. Hasan Çaladak, li gorî biryara Îhlalê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) serî li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dabû. Dadgeha Cezayên Giran a 6'emîn piştî ji nûve darizand, biryara berdana Hasan Çaladak da. Piştî biryara dadgehê ya tahliyê, Çaladak ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê derket. Çabadak di derketinê de ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.