AGIRΖ Li nêzî gundê Ûzûnyazi yê girêdayî Bazîdê, li kêleka rê cenazeyê meleyê gund hat dîtin.
Li nêzî gundê Ûzûnyazi yê navçeya Bazîd a Agiriyê, li qeraxa rê cenazeye meleye gund Ramazan Bozdag hat dîtin. Hat diyarkirin ku bi çekê bera serê mele hatiye dayîn. Dema welatiyan cenazeyê mele dît, hayê cendirmeyan pê xistin. Cendirmeyên hatin cihê bûyerê cenazeye mele birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.