WAN – KESK ji bo tev li hevdîtinên TÎS'ê ya di 1'ê Tebaxê de di navbera hikûmet û sendikayên cemaweriyê de pêk bê bibe, ji 4 milan ve ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê jî beriya dest bi meşê bikin, xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan milê meşê yê Wanê asteng kir. Polîsan diyar kirin ku destûr nadin meş û daxuyaniyê û nehişt ku xebatkarên çapemeniyê dîmen bikişînin.
Endam û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Cemaweriyê (KESK) bi boneya tev li hevdîtinên DÎS'ê yên di 1'ê Tebaxê de di navbera Hikûmet û Sendîkayên cemaweriyê de pêk bê bibin, ji 4 milan ve ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin. Rêveberên KESK'ê wê ji Wan, Edirne, Mugla û Artvinê bimeşin Enqereyê. Tê payin ku endamên KESK'ê di 1'ê tebaxê de li Enqereyê bin. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê jî beriya dest bi meşê bikin, xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan milê meşê yê Wanê asteng kir. Polîsan diyar kirin ku destûr nadin meş û daxuyaniyê û nehişt ku xebatkarên çapemeniyê dîmen bikişînin.
Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen, diyar kir uk endamên wan ên MYK'ê xwestin daxuyanî bidin, lê polîsan bi hinceta "Walî 15 rojan çalakî qedexe kirine" destûr nedan. Endamên KESK'ê rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan bi zorê ew li maşîneyan suyar kirine. Endamên KESK’ê yên rastî zext û astengiyên polîsan hatin ber bi Enqereyê ve ketin rê.
DESTÛR NEDAN ROJNAMEGER DÎMENAN BIKIŞÎNIN'
Dema rojnamegerên nûçe dişopandin xwestin dîmenan bikişînin, polîsan ew asten kirin û destûr nedan ku rojnameger dîmenan bikişînin.