STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku jin, di nava dîroka mêrê serdest de bûye heyber, mulkê taybet, meta û di malê de hatiye hepiskirin. Koçyigît, da zanîn ku jin ji hemû qadên jiyanê hatiye qutkirin û wiha got: “Em li dijî hemû qadên ku hişmendiya mêrê serdest tê avakirin serî hildidin." Koçyîgît, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Di şexsê Ocalan de tecrîdê li ser hemû civakê ferz dikin."
Tevgera Jinên Azad ( TJA) li Amedê di 19'ê Tîrmehê de kampanya "Niha dem dema guhertin û azadiyê ye" da destpêkirin. TJA'yê milê duyemîn ê kampanyayê li Kadikoyê bi daxuşaniyekê da destpêkirin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Huda Kaya û aktîvîstên TJA'yê amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Dem dema azadiyê ye" vekirin û cilên xwe yên neteweyî li xwe kirin. Jinan di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî" berz kirin.
Hevberka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît xwend. Koçyîgît, diyar kir ku mekanîzmaya îktîdarê ya nayê guhertin “zayendîperestî" ye û wiha got: "Di nava dîroka mêrê serdest de zayendîperestî nehatiye guhertin. Di nava dîroka mêrê serdest de bûye heyber, mulkê taybet, meta û di malê de hatiye hepiskirin. Koçyigît, da zanîn ku jin ji hemû qadên jiyanê hatiye qutkirin û wiha got: “Em li dijî hemû qadên ku hişmendiya mêrê serdest tê avakirin serî hildidin. Em dema li belgeyên felsefe, politika, aborî, huner û zanyariyên din dinerin, tu qeydên aydî jinê em nabînin. Ji ber ku qeyd nehatine hiştin. Ji ber ku ev qad bi hişmendiya mêrê serdest hatiye ristin û cih nedaye jinê. Li gorî vê yekê kampanya TJA'yê li dijî hişmendiya mêrê serdest a hemû qadan serhildan e. Em ê jin li dijî mêrê serdest ku hêza xwe ji şer, talankirin, wêrankirin, xezp û koçberiyê distîne, têkoşîna xwe bilind bikin û xwe bi rêxistin bikin. Em ê li dijî tundiyê rawestin. Em ê li dijî hişmendiya ku keda jinê tune dibîne, zorê li jinê dike ku wê tev li fihûşê bike têbikoşin. Em ê bi hêza xwe ya bi rêxistinî û baweriya xwe ya azadiyê di çarçoveya vê kampanyayê de çalakiyan li dar bixin û rê li pêş tundiyê bigirin."
DI ŞEXSÊ OCALAN DE TECRÎDÊ LI SER HEMÛ CIVAKÊ FERZ DIKIN
Koçyîgît, herî dawî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: "Di şexsê Ocalan de li ser hemû civakê tecrîdê ferz dikin. Bêhiqûqiya li ser jinan ferz dike jî hêza xwe ji tecrîdê distîne. Ev bê hiqûqî ne tenê li ser me jinan, li ser hemû beşên civakê tê ferzkirin. Ji ber vê yekê ev kampanya me li dijî hemû bêhiqûqiyan qêrîn e. Emê li dijî vê yekê têbikoşin."