ENQERE - Welatiyên ku ji ber hilweşandina Taxa Cemalbay neçar man ji malên xwe derkevin, dixwazin vekirin taxa xwe. Welatiyên destûr nedan ku xaniyên wan bên xirakirin jî, ev 4 salin li ber xwe didin ku ji taxa xwe dernekevin.
Piştî biryara hilweşandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê, Şardariya Altindag jî dest bi hilweşandina Taxa Cemalbey kiribû. Di ser hilweşandinê re 4 sal derbas bûn. Lê sozên avakirina malên nû yên ji bo welatiyên taxê hatibûn dayîn, hîna bi cih nehatiye anîn.
Hin welatiyên ku ji mal û taxa xwe hatin kirin, li malên TOKÎ yên di çarçoveya “Veguherîna bajarvaniyê de” li Semta Çînçîn hatibûn avakirin, hatin bi cih kirin û heya 18 mehan dê kirêya welatiyan bihata dayîn.
Welatiyên nekarîn alîkariya kirê bigirin, li taxên cuda yên bajêr bi derfetên xwe bi cih bûn. Nêzî 30 malbat jî ev 4 salin ji bo ku xaniyê wan neyê xirab kirin û li taxa xwe bimînin li ber xwe didin.
Celal Çelîk ê li taxê dijî û Levent Temaşa yê bi zorê ji mala xwe hat derxistin û li TOKÎ hat bi cihkirin, ji bo ku rastiya rewşê vebêjin, dixwazin dinava xaniyên hatine xirabkirin de biaxivin.
‘MIN GILIYÊ POLÎS JI POLÎS RE KIR’
Çelik, mala ku lê hatibû dinê û mezin bibû, nîşan da û wiha axivî: “Ez 58 salan li vê malê jiyam û ev mal ji bo min pir dîtin. Qet gahdarname jî, ji bo me nehat kirin. Li şûna erkdarên şaredariyê polîs hatin ber deriyên me û gotin dê xaniyê me xirab bikin. Ji ber bêhiqûqiya heyî, min bi dehan çar giliyê polîsan ji polîsan re kir. 4 sal sere derbas bûn, lê hîna jî tu mûxataban nabînim. Piştî hilweşandinê dest pê kir, şaredariyê xizmeta taxa me birî. Em tersî insafa şaredariyê hatine kirin. Rewş eve. Ma ezê çawan dest ji xaniyê xwe berdim?”
Çelîk, da zanîn ku ew dixwaze li taxa xwe bijî û wiha got: “Kesên çûn pirsgirêkên cîdî jiyan. Ez bûm şahidê vê yekê. Ji ber vê qet naxwazim taxa xwe terk bikim.”
XANIYÊ BAVÊ WÎ JÊ GIRTIN Û LI TOKÎ BI CIH KIRIN
Levent Temaşa ê 59 salî jî, xaniyê xwe yê xirabkirî nîşan da û wiha got: “Bavê min jî li vê malê hatibû dinê û lê mezin bibû. Me tu carî xaniyê xwe terk nekir. Piştî biryara hilweşandinê, ez kirim TOKİ’yên Çînçînê. Tenê 18 mehan alîkariya kirê dan me. Ev du salin ez 750 TL didim malên TOKÎ’yan. Gelo çima ez mexdûr kirim? Qaşo ji ber tiryakê taxa me hilweşandin. Hûn çawan TOKÎ’yan paqij dikin, we wisan taxa me jî paqij bikira. Em bi bertekin û mûxatap tuneye.”
'MALA ME XIRAB KIRIN Û 4 SALIN EM KIRÊ DIDIN’
Huseyîn Guvenç ê 65 salî jî, diyar kir ku bi darê zorê yê polîsan ji xaniyê xwe derket û wiha bilêv kir: “Ez li vê malê hatim dinê û mezin bûmm. Ji ber ku em li dijî xira kirina xaniyên xwe derketin, dest pê kê ceyrana me birîn û dûre jî ava me qût kirin. Ez neçar mam ku derbasî malek kirê bibim. Alîkariya kirê nedan min. Ez niha li maleke Taxa Ornek a Altindagê rûdinim û mehê 600 TL pere didim. Ma ev heqe?”
Bayram Kara jî, dest nîşan kir ku bi zorê xaniyê wî xirab kirin û wiha got: “2 xaniyên min hebûn, her dû jî hilweşandin. Niha di kirê de me. Em di sala 1999’an de hatin vê derê û wê demê me ev xanî kirîbû. Tapûya me jî hebû. Em xapandin û niha ez 500 TL didim kirê. Ger em kirê nedin em dervede bimînin. Em ji mecbûrî kirê didin.
MA / Zemo Aggoz