MÊRDÎN - Şewata di saetên serê sibê de, li Çiyayê Bagok ê navçeya Nisêbînê rû da, ji ber bayê belav dibe. Şewata ku belavî 3 herêma bû, li herêmê hat vemirina.
Şewata di saetên serê sibê de, li Çiyayê Bagok ê navçeya Nisêbîna a Mêrdînê rû da, belavî 3 herêman bûn. Şewata ku ji ber bayê belav bû, nêzî gundên Midyad û Ava Spîr dibe. Ekîbên agirkuj û welatiyên gundên derdorê ji serê sibê de mudaxileyê şewatê dikin. Hat diyar kirin ku gelek qad ji ber şewatê zirarek mezin dîtin.
Şewata ku li Çiyayê Bagokê rû da, heya erdên gundên Kefro, Sedarî û Xarabemişka yên Suryaniyan belav bû. Li hin cihan şewat hat vemirindin, lê şewata Geliyê Ava Spî û gundên Midyadê dewam dike û tu agahî derbarê şewatê de nehatin bi dest xistin. Di şewatê de bi sedan dar şewitîn û xebatên vemirandina şewatê jî dewam dike.