HATAY - Rêxistina HDP'ê ya Îskenderunê kongreya xwe pêk anî û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Ji bo hevserokatiya HDP'ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş û Nevzat Guzel hatin hilbijartin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îskenderûnê, li avahiya xwe ya navçeyê 3'emîn kongreya xwe Asayi pêk anî. Di kongreyê de Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, endam û rêveberên HDP'ê amade bûn. Kongreyê bi hilbijartina dîwanê, rêzgirtin, axaftin û xwendina raporan dest pê kir. Pixtî axaftin û xwendina raporan hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokên HDP'ê yên Îskenderunê Hulya Ateş û Nevzat Guzel hatin hilbijartin.