ENQERE - Hewldana Ji Bo Roboskê Edalet, di meha 91’emîn a komkujiya Roboskê de daxuyanî da û got: “Komkujiya Roboskê îspata ku li vî welatî pergala edalet têk çûye ye. Yek ji kevirê esasî Komkujiya Roboskê ye."
Hewldana Ji Bo Roboskê Edalet, di meha 91’emîn a komkujiya Roboskê de daxuyanî da. Hewldana Roboskê li pêş avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn û daxuyanî dan. Endam û rêveberên HDP'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Endama ÎHD'ê Zarife Çamalan daxuyanî xwend û anî ziman ku di ser komkujiya Roboskê re 91 meh derbas bûn, lê hêj edalet pêk nehatiye. Çamalan, anî ziman ku 91 meh derbas bû wan ji bîr nekiriye û wê tu carî komkujiyê ji bîr nekin.û wiha got: "Ev komkujiya Roboskê nîşan dide ku li vî welatî pergala edaletê têk çûye."