ŞENGAL - Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya hemleya “Dem dema guhartin û veguhartinê ye” daxwuyaniyek da û bal hat kişandin ser erk û xeta jinên azad. TAJÊ diyar kir ku wê rêxistina xwe mezinbir bikin.
Tevgera Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi boneya hemleya “Dem dema guhartin û veguhartinê ye” li Xanesorê daxwuyanî da çapemeniyê. Li ser navê TAJ'ê Rîham Hesen axuyanî xwend. Hesen, bal kişandin ser erk û xeta jinên azad û wiha got: “Di dîrokê de Şehîd Binevş Agal bi rihê têkoşînê tevgeriya û di vê xetê de bû sembola azadiya jinên êzîdî. Li ser vê xetê em ê jinên êzidî rêxistina xwe mezintîr bikin û bi azadiya Serokatî tacîdar bikin.”
Hesen, anî ziman ku agirê berxwedanê û têkoşîna ku bi pêşengtiya jina kurd li rojavayê Kurdistanê hat pêşxistin, îro şewqa xwe mezintir û geştir dike û wiha lê zêde kir: "Ev jî vê dide nişan dan ku çawe bi berxwedaneke pir mezin jinên serhildêr li Rojava berxwedaneke bêhempa dane meşandin û li dîroka cîhanê navê xwe dane nivîsandin. Ev berxwedan tenê di warê çekdarî de nehatiye dayîn. Di heman demê de bi rêxistin, perwerde, îrade, bawerî û nasnameya jina têkoşer careke din derketiyê holê. Bi hêzaran jin ji vê têkoşîne bi bandor bûne û berê xwe dane qadên têkoşînê. Li hemberî zîhniyeta zilam zincîrên koletiye şikandine û rabûna ser piyan. Bi taybet şoreşa Rojava bû şoreşa jina tekoşer ku bi rihê Arînan, Avesteyan û Barînan mezin bû."
'JINÊN ÊZÎDÎ BI TÊKOŞÎNÊ BÛN XWEDÎ NASNAME'
Hesen, da zanîn ku têkoşîna jina berxwedêr a li rojavayê Kurdistanê li dijî DAÎŞ'ê hat dayîn bandora xwe li ser têkoşîna li şengalê jî kiriye û wiha berdewam kir: "Ev pêşketina ku ji Rojava belavî her dere cîhanê bû, şewqa xwe da Şengalê jî û îro jinên êzîdî bi têkoşîna ku didin bûne xwudî nasname û di riya jina azad de dimeşin. Jinên êzidî ên ku dagirkeriya DAÎŞ ‘ê qabûl nekirin têne ne li Şengalê Şengalê, di heman demê de di hemlaya Raqqayê de jî cihê xwe girtin û hêza xwe dan nîşandan. Di dîrokê de Şehîd.Binevş Agal bî vî rihî tevgeriya yê û di vê xetê de bû sembola azadiya jinên êzîdî. Di roja me yî îro de jî H. Lava li ser şapa Şehîd Bınevş meşiya û ev xeta berxwêder dûbare nîşanî me da. Li ser vê xetê em ê jinên êzidî rêxistina xwe mezintîr bikin û bi azadiya Serokatî tacîdar bikin."
'TAJÊ WÊ RÊXISTINA XWE MEZIN BIKE'
Hesen, herî dawî destnîşan kir ku Tevgera Azadiya jinên Êzîdî (TAJÊ) wê rêxîstîna xwe mezin bikin û wiha bi dawî kir: "TAJÊ wê xwe perwerde bikin û li dijî dagirkeriya li ser xaka me em ê têkoşîna xwe mezintir û bilindtîr bikin. Em ji bo hemleya ku me daye destpêkirin bang li hemû jinên êzidî û berxwedêr dikin ku tevli vê hemleyê bibin. "
Daxuyanî bi dirûşmeya "Ji bo tolhildana jinên êzidî tu jî rabe ser piyan" bi dawî bû.