MÊRDÎN - Şeva 27'ê tîrmehê, agir bi dar û berê li dora Dêra Zahferan a Mêrdînê tebû. Di şewatê de 10 hektar zeviyên darên zeytûn û berûyan tev şewitî bûn. 2 hefte berê jî disa li 4 nokteyên cuda şewitîbûn û dar û berê li dora Dêra Zahferan şewitîbûn.
Li Mêrdînê, di şeva 27'ê tîrmehê de baxçeyê keşîşxaneya Dêra zahfaranê ya Suryaniyan şewitî û agir bi 500 darên zeytûnan ketin. Bi şev li baxçeyê keşîşxaneya Dêra Zahfaranê ya Sûryaniyan a Mêrdînê agir bi daran ketibû. Welatiyên Suryanî yên di keşîşxaneyê de şewat ferq klirin û agahî dan ekîbên agirkûj. Ekîbên agirkûj ên hatin cihê bûyerê şewat femirandin. Di şewatê de nêzî 500 darên zeytûnan zirar dîtin. 10 hektar zevî tev şewitî û bû xwelî. Heta niha sedema agirê derket nehat zanîn. Lê hat diyar kirin ku 2 hefte berê dîsa li 4 nokteyên cuda yên dora Dêra Zahferan agir bi daran ketibu. Li gora Gundê Bilalî yê nêzî dêrê hem darê zeytûnan şewitîn û hem jî 55 darên hinaran, 7 darên hejîran û 7 darên bihîvan tev şewitîn û bûn xwelî. Dîsa boriyên avê ya pê avdaniya zextûnan dikin jî şewitîn. 2 hefte berê jî dîsa agir berdabûn zevî û daran.
Rayedarên Dêrê diyar kirin ku cendirmeyan diyar kirine ku têkildardî mijarê lêpirsîn dane destpêkirin. Rayedaran anîn ziman ku hem dar û beran zerar dîtiye û hem jî gelek zindîwerên di nava daran de dijîn zerar ditine.