MEXMÛR - PDK 11 roje nahêle tu şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê derbasî Hewlêr bibin. Şêniyên wargehê xwestin li dijî helwesta PDK’ê meşekê li dar bixin. Lê artêşa Iraqê meşvan asteng kir û destûr nedan meşê.
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 11 rojin dibin zext û dorpêça PDK’ê de ye. Asayîşa PDK’ê 11 roj in nahêle şêniyên Mexmûrê biçin Hewlêrê. Nexweşên giran jî di nav de bi sedan karker û welatî her roj ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên vegerandin. Herwiha aqûbeta 2 ciwanên Mexmûrê jî nayê zanîn. Li hemberî vê helwestê îro bi hezaran şêniyên Mexmûrê li ber derê Şaredariya Wargehê kombûn û xwestin ber bi Hewlêrê bi meşin. Şêniyên Mexmûrê hîn ji wargehê derneketîn, ji aliyê leşkerên artêşa Iraqê ve hatin asteng kirin. Bi sedan eskerên Iraqê rê li Mexmûriyan girtine û nahêlin ji wargehê derkevin. Şêniyên Mexmûrê bi israrin ku ber bi Hewlêrê bimeşin û daxwaza rê vekirinê dikin.