ÊLIH - Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Çetîn Abayay 27 sal berê dema rojnamegerî dikir hat kuştin. Xwişka Çetin Abayay Rahime Abayay, diyar kir ku ji salên 90’an heta niha zext û tundiya li ser rojnamegerên Kurd bi dawî nebûye û wiha got: "Îro jî rojnamegerên bi rûmet yên tekoşina wî berdewam dikin hene."
Çapemeniya Kurd a bi Rojnameya ewil a ‘Kurdistan’ ku 121 sal berê di 22'ê Nîsana 1898'an de li Qahîrê ji aliyê Mîkdat Mithat Bedirhan ve dest bi weşanê kir, ji roja dest bi weşanê kir heta niha her dem rastî zext, tundî û astengiyan hat. Lê her çend zext û astengî derketin pêşberî wê, bêtir têkoşîna xwe bilind kir û astengiyên li pêş xwe derbas kir. Bi taybetî di salên 90’an re çapemeniya Kurd rastî gelek astenî û tundiya dijwar a Tirkiyeyê hat. Rojnameger hatin girtin, revandin, kuştin û avahiyên rojnameyê hatin bombekirin. Gelek rojnamerên hatin revandin hêj faîlê wan diyar nebûye. Niha jî saziyên çapemeniya Kurd tên girtin û rojnamegerên Kurd tên girtin û cezakirin. Di salên 90'an de bi dehan rojnamegerên Kurd hatin kuştin. Rojnamegerên wê demê hatin kuştin û revandin, heta niha di milê hiqûqî û darazî de tu gav nehatiye avêtin. Yekemîn rojnamegerê Kurd ê hat revandin û kuştin, nûçegîhanê Rojnameya Yenî Ulke Cengiz Altun bû. Altun piştî têkiliya dewletê û hîzbûllah ronî kir, di 24'ê Sibata 1992'an de hat kuştin. Piştî Altun kuştin, xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Çetin Abayay kuştin. Abayay, di 29'ê Tîrmeha 1992’an de li Êlihê dema diçû mala xwe rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da. Abayay, piştî rastî êrîşê hat, rojek şûnde li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Lê ji wê demê heta niha kujerê Abayay wekî kujerên Berî Abayay û piştî Abayay hatin kuştin, hêj kujerên wan nehatine ronîkirin.
Xwişka Rojnameger Çetîn, Rahime Abayay, qala 27 sal berê kir
'BI ZANEBÛN Û XWESTIN TÊDIKOŞIM'
Rahîme Abayay, anî ziman ku wekî malbatê bi darbeya 12'ê Îlonê re zext û îşkenceya dewletê nas kirin û wiha got: "Wê demê bavê min hat binçavkirin û demek dirêj di bin çavan de ma. Em bi zextên dewletê mezin bûn. Piştî Çetîn zilma li bavê min û gelê kurd hat kirin dît, bêtîr xwe tev li tekoşînê kir. Hêj dema diçû lîseyê tekoşina azadiyê nas kir. Ji bo azadiya gelê Kurd hewl da ku her tiştî bike. Ji ber xebat û tekoşîna xwe hêj di serdema lîseyê de gelek caran hat binçavkirin. Rastî îşkenceyê hat. Gelek caran hat girtin. Lê tevî hemû binçavkirin, girtin û îşkenceyê têkoşîna xwe berdewam kir. Gav başve neavêt. Ji ber carekê hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat, ji bo dermankirinê me ew şand Enqereyê. Dema bijîşk birayê min Çetîn muayîne dikir jêre got: ‘Tu hêj biçûk e. Tu xapandine. Çetîn jî ji bijîşkan re got, 'Na tu kesî ez ne xapandime. Ez bi zanebûn û daxwaza xwe vî karî dikim û têdikoşim.' Li ser vê yekê doktoran ew muayîne nekir û paşve şandin."
DEMA MESELE BIBE KURD QANÛNAN NAS NAKIN
Abayay, anî ziman ku d salên 90’an de polîsan bê navber bi ser malên wan de girt û wiha lê zêde kir: “Bavê min wekî hevrêyê me bû. Rojekê dîsa bi ser mala me de girtin. Birayê min li dolmîşa polîsan suyar kiribûn û çavê wî girê dabûn. Polîsan ji bavê min re got: 'kurekî te heye. Divê tu jê şerm bike.' Bavê min jî bertek nîşanî wan da û got 'Ez bi kurê xwe serbilind im'. Piştî vê yekê polîs aciz bû û bavê min binçav kirin. Bavê min û birayê min bi hevre binçav dikin. Dema çavê birayê min girtî bû xwestin kaxizekê bi wî bidin îmzekirin. Çetîn jî gotibû 'Dema çavê min girtî be nikarim îmze bikim. Divê berê ez bixwînim.' Polîsan ji gotibû 'Çetîn tu dibêje qey ev der Ewropa ye. Dema mijar bibe Kurd em qanûnan nas nakin'. Helwesta wan a li hemberî kurdan wisa bû."
Abayay, anî ziman ku piştî birayê wê mamostetî xelas kir û şûnde biryar da ku bibe rojnameger û wiha got: "Piştî birayê min bû rojnameger bi Cengîz Altun re xebitî. Piştî birayê min got 'Çawa dibe ku li Êlihê Buroya Kovara Ozgur Halk'ê nebe'. Biryar girt ku buro vekin û li vir rojnameyê belav bikin. Piştî buro vekirin her roj diçû buro vedikir û piştre derî bi derî rojname li malan belav dikir. Wê demê dema mirov ji malê derdiketin wekî ku carek din hev nebînin ji malê derdiketin. Birayê min ji bo gelê Kurd bibe xwedî agahî û ronî bike bû rojnameger. Gelek caran rastî gefan hat. Telefoni malê dikirin. Dema me vedikir ne di axivîn. Lê dema birayê min vedikir gef li xwî diwarin. Birayê min tevi hemû gefan dîsa dest ji karê rojnamegeriyê berneda. Birayê min Çetîn tevî hemû gef û tundiyan Kovara Ozgur Halk û rojname belav kir. Di ser kuştina Çetîn re 27 sal derbas bûn. Lê hêj kujer nehatine ronîkirin. Naxwazin kujeran ronî bikin. Di rapora Susurlukê de navê birayê min jî derbas dibe. Tevî belge û delilan hêj kujer nehatiye dîtin û nehatiye darizandin. Rastiyek heye. Ew jî tekoşîna birayê min e. Têkoşîna ku birayê min dimeşand îro jî berdewam dike. Tundî û zextên li ser çapemeniya Kurd duh hebû îro jî heye. Lê tekoşîna rojnamegerên Kurd jî hêj didome. Birayê min di rojênk herî dijwar de rojnamegerî kir. Îro rojnamegerên têkoşîna wî ya bi rûmet dimeşînin hene. Her çend zext li ser vî gelî hebin jî, gel wê van zextan ronî bike. Wê rojnamegerên bi rûmlet jî her dem hebin."
MA / Metin Yoksu