ÎZMÎR - Serokê Komeleya Pira Gelan Emrah Ziraman, bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî penaberan da û wiha got: "Hikûmet penaberan wekî amûra polîtîk digire dest û bikar tîne. Tu polîtîkaya hikûmetê ya der barê penaberan de tune ye. Em bang li hikûmet dikin ku dest ji van polîtîkayan berdin."
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir 3 mîlyon û 622 hezar û 284 welatiyên Sûriye yên qeydkirî li Tirkiye dijîn. Li gorî pisporan tevî Sûriyeyên li dijî qeydan nêzî 5 milyon Sûriyeyî li Tirkiye dijîn. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu diyar kir ku di sala 2019'an de heta niha nêzî 40 hezar koçber dersînor kirine û heta dawiya 2019'an wê bi giştî nêzî 80 hezar koçberan dersînor bikin. Piştî daxuyaniya Waliyê Stenbolê û Wezîrê karên Hundir dîsa mijara penaberan bû mijara niqaşê. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, aşkere kir ku "Peymana Qebûlkirina Paşve" ya di sala 2016'an de bi Yekîtiya Ewropa (YE) re li beramberî penaberan îmze kiribû, rawestandine. Piştî vê yekê waliyê Stenbolê diyar kir ku penaberên qeyda wan tune wê wan der sînor bikin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî ji bo penaberê Efrîqayî got “Em destûr nadin ku saetekê bi 1 tl bikire û bi 10 tl bifiroşe.
'EM DESTÛR NADIN GOTINÊN KU PENABERAN DIKIN HEDEF'
Serokê Komeleya Pira Gelan Emrah Ziraman, bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî penaberan da û wiha got: "Hikûmet penaberan wekî amûra polîtîk digire dest û bikar tîne. Tu polîtîkaya hikûmetê ya der barê penaberan de tune ye. Hin saziyên çapemeniyê sedema windakirina hilbijartina Stenbolê wekî penaberên Stenbolê nişan dide. Her çend hikûmetê ev yek raste rast qebûl nekir jî Waliyê Stenbolê di 22'ê Tîrmehê de diyar kir ku nêzî 547 hezar penaberên Sûriyeyî li Stenbolê dijîn û xwest heta 20'ê Tebaxê yên qeyda wan tune Stenbolê terk bikin. Hem Walîtiyê û hem jî Wezîr li ser hev der barê penaberan de daxuyanî dan. Hikûmeta Tirkiye penaberên Sûriye kirin amûra siyaset û hilbijartinê."
EM BANG LI HIKÛMETÊ DIKIN'
Ziraman, anî ziman ku piştî van daxuyaniyan gelek penaber ketin nava hewldanak ku Tirkiye terk bikin û wiha bi dnawî kir: "Gotina 'Peymana Qebûlkirina Paşve" hatiye rawestandin, rê li pêş rêwîtiya bahrê ya bi talûke vedike. Dema penaber diçin Ewropa rastî talûkeyên mezin tên. Gelek ji wan noqî avê dibin û dixeniqin. Hikûmetê dîrok aşkere kir û raste rast penaberên Sûriyeyî kirin hedef. Em bang li hikûmetê dikin ku dest ji van polîtikzayan berdin. Em bang li cemaweriyê jî dikin û dibêjin Penaberî ne sûc e. Em dixwazin bi her awayî bi penaberan re di nava piştevanî û şêwirmendiyê de bin."