WAN - Walîtiya Wanê bi hinceta "Ewlehiyê" 979 rojin hemû cureyên çalakiyên wekî daxuyanî, meş, mîtîng û xwepêşandan qedexe kiriye. Walîtiyê bi heman hincetê qedexe 15 rojên din dirêj kir.
Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an û piştî îlana OHAL'ê Walîtiya Wanê dest bi qedexeya çalakiyan kir û ev qedexe hêj berdewam dikin. Her çend OHAL rabube jî qedexeya çalakiyan didome. Piştî OHAL hat îlankirin Walîtiya Wanê di 21'ê Mijdara 2016'an de hemû cureyên çalakiyan ên wekî daxuyanî, mîting, meş û xwepêşandan qedexwe kir. Ji wê demê heta niha Walîtiya Wanê 979 rojan qedexe îlan kir. Niha Walîtiya Wanê li gel ku OHAL rabkuye jî bi hinceta "ewlehiyê" 15 rojên din daxuyanî, mîtîng, meş û xwepêşaendanên civakî qedexe kir. Walîtiyê 15 rojên din jî li qedexeya 979 rojan zede kir û diyar kir ku di navbera 28'ê Tîrmehê heta 11'ê Tebaxa 2019'an çalakiyên demokratîk û sivîl ên wekî meş, daxuyanî, mîtîng û çalakiyên li derve hatine qedexekirin.