STENBOL - Siyasetmedaran diyar kirin ku hewldana dersînorkirina koçberên li dijî qeydan, li dijî hiqûqê ye û wiha gotin: "Koçberan dikin amûra siyasetê. Ev hewldan wê bêtir xebatên dijzagonî û gettoyê pêş bixe. Li aliyê din her ku reva ji Tirkiye zêde bibe wê mirina koçberan a di bahrê de jî zêde bibe."
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir ji sala 2011'an heta niha 3 mîlyon û 622 hezar û 284 welatiyên Sûriye yên qeydkirî li Tirkiye dijîn. Li gorî pisporan tevî Sûriyeyên li dijî qeydan nêzî 5 milyon Sûriyeyî li Tirkiye dijîn. Walîyê Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku Koçberên li dervê qeydan ên li Stenbolê dijîn wê heta 20'ê tebaxê wan derxin dervê welat. Piştre Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu diyar kir ku di sala 2019'an de heta niha nêzî 40 hezar koçber dersînor kirine û heta dawiya 2019'an wê bi giştî nêzî 80 hezar koçberan dersînor bikin.
'MIROV NIKARIN JI MALÊN XWE DERKEVIN'
Berdevka Komîsyona Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Galsam Agaoglu, diyar kir ku piştî van daxuyaniyan bi ser kargeriyên ku li deriyê wan levhayên erebî hatine nivîsandin de digirin û wiha got: "Bi ser kargeriyan de digirin û zextan li wan dikin. Mirov êdî ji ber kontrola nasnameyan bi fikara ku wan paşve bişînin nikarin ji malên xwe derkevin. DYA û YE piştî Tirkiye S-400 stendin û rageşiya Rojhilatê Derya Spî hewl dide li ser Tirkiye zextan zêde bike. Tirkiye jî li hemberî van polîtîkayan koçberan wekî amûr bikar tîne. Navendên Paşve Şandinê ya Koçberan ne bi tenduristî ye. Pirsgirêka penaberan tune ye. Tişta dibe sedema penaberiyê pirsgirêk e. Yek ji van sedeman şer e. Dema şer nebe koçber û penaber jî nabin. Li Tirkiye jî di serî de îktîdara AKP-MHP'ê sedema vê yekê ye. Em dibînin ku ji hebûna DAIŞ'ê re çavên xwe digire."
'AKP'Ê PIRSGIRÊK BÊTIR ALOZ KIRIN'
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî anî ziman ku koçberî û penaberî ne sûc e û wiha got: "Mafê wan ê hiqûqa gerdûnî heye. Mafekî gerdûnî ye. Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylu dibêje 'Me ew qas koçber girtin û dersînor kirin. Bi vê daxuyaniyê penaberan kriminalize dike. Ev pir talûke ye. Rê li pêş hewldana lîncê vedike. Operasyona li dijî penaberan ne rast e. Pirsgirêk ne meseleya asayişê ye. Pirsgirêk aborî, hiqûqî û civakî ye. AKP'ê 8 salan pirsgirêk bêtir aloz û kûr kir. Dixwazin koçberên Sûriyeyê bi birçîbûnê Terbiye bikin. Ev hewldana hikûmetê wê bêtir rê li xebatên dijzagonî û gettobûnê veke. Koçber wê bêtir zêde bibin û ji ber vê yekê mirina koçberan a di bahrê de jî wê zêdetir bibe."
Parlamentera CHP'ê ya berê û Sekretera Giştî ya Komeleya Ragihandin û Aştiyê ya Egeyê Zeynep Altiok jî anî ziman ku erka hikûmetê ewe ku pirsgirêkên penaberan bi awayekî mayinde çareser bike û wiha got: "Divê penaberan neke amûra siyasetê. Piştî hilbijartina 23'ê Hezîranê operasyona li dijî penaberan dest pê kir. Wateyek vê yekê heye. "
Hevseroka Giştî ya Partiya Avakirina Ji Nûve ya Sosyalist (SYKP) Canan Yuce jî anî ziman ku piştî hilbijartinê ev operasyon manîdar e û ev encama krîza AKP’ê ye. Yuce, anî ziman ku îktîdara piştî şerê Sûriye deriyê ometê li birayên xwe yên ol vekir, piştî dît ku krîza nava wê rû da, niha biratiya ol avêt aliyekî û kir mijara bazarê."
MA / Îrfan Tuncçelîk