AMED - Hat gotin, li êrîşa li dijî wesayîta zirxî ya li Yenîşehîrê 2 zarok hatine binçavkirin û polîsan her du zarok birine nav erdekî beyar û ew îşkence kirine. Yek ji van zarokan jî M.A. ye. Dayika wî Fatma Akkalin, got: "Hingî lê dabûn ne li ser hişê xwe bû."
Di 24'ê Tîrmehê de li Taxa Şehîtlîk a Yenîşehîr a Amedê hin kesên nasnameya wan nediyar êrîşek pêk anîbûn. Piştî êrîşê polîsan zarokên bi navê M.A (17) û A.E. (17) ku li ber marketekê rûniştibûn binçav kirin. Hat derpêşkirin ku polîsan M.A. û A.E. li ser rêya Farqîn-Amedê birine nav erdekî beyar û ew îşkence kirin. Hat gotin ku piştî vê her du zarok birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û li wir careke din hatine îşkencekirin.
Di 25'ê Tîrmehê de vê carê birayê M.A., M.A.'yê 16 salî jî hat binçavkirin. Her du bira û A.E. li Midûriyeta Şaxa Zarokan e. Dayika M.A. Fatma Akkalin, diyar kir ku piştî pê hesiyaye kurê wê hatiye binçavkirin çûne Şaxa Zarokan, lê belê polîsên li wir jê re gotine kurê wê ne li wir û got: "Wexta ji Şaxa Zarokan derdiketim min hevalê kurê xwe di wesayîta polîsan de dît. Ser çavê wî perîşan bibûç Nikaribû bimeşe. Lis e rçavên wî birîn hebûn."
WÎ BIRINE TEM'Ê
Akkalin, destnîşan kir ku paşê ew hîn bûne kurê wê birine Midûriyeta Şaxa TEM'ê û got: "Li Şaxa Zarokan anons kirin. Li ser vê em pê hesiyan ku li TEM'ê ye. Min got kurê min biçûk e, çima wî birine TEM'ê. Li ser vê çûm TEM'ê. Wan jî pêşî em eware kirin. Meger wê çaxê kurê me îşkence dikin. Saet li dor 0.01'ê de parêze hat. Piştî parêzer hat zarok birin Şaxa Zarokan."
Akkalin, diyar kir ku ji bo dîtina zarokên xwe çûye Şaxa Zarokan û got: "Dev û pozê wî di nav xwînê de mabû. Min kir nekir nehiştin nêzî kurê xwe bibim. Wexta min kurê xwe dît, lingê wî li pê wî dihatin. Roja dinê parêzer çû cem kurê min. Got, kurê te di halekî wilo de ye ku nikare xwe îfade bike. Paşê min kurê xwe dît. Wexta min ew hemêz kir got 'dayê bisekine her derê min diêşe.' Te digot qey parxwanê wî hemû şikiyane. Kurê min got, piştî li şehîtlikê hatine binçavkirin wî birine nav erdekî û li wir ew tazî kirine. Li wir polîsan bi qundaxên çekan û bi hesinekî navê wî nizanin li wan dane. Sixêf ji wan re gotine û gef li wan xwarine û gotine 'ev şansê we yê dawî ye, em ê we bikujin.'"
‘RAPOR NEDANE'
Akkalin, destnîşan kir ku hema bêje her derê kurê wê birîn bûn û got: "Pêşî kurê min birine nexweşxaneya dewletê, paşê wî birine nexweşxaneya leşkeriyê. Lê rapora derbkirinê nedanê. Hingî hatibû derbkirin ne li se rhişê xwe bû. Kurê min preşîan kirine. Saeta bûyer qewmiye kurê min li be rmarketê ye, dîmenên wî hene. Lê dîsa jî wî bernadin. Bênavber îşkenceyê lê dikin."
'ÇEK SPARTIN SERÊ ZAROKA 9 SALÎ'
Akkalin, bilêv kir ku berê jî polîsan avêtine ser mala wan û çek spartine serê keça wê ya 9 salî û got: "Derûniay keça min xirab bû. Lêvên wê qelişîn. Dema erebeyek tê an jî derî lê dikeve em dibêjinq ey polîs hatine. Êdî bes e, bila ev zilm biqede. Em ê di warê hiqûqî de hesabê vê yekê bipirsin. Em ê heta DMME'yê jî biçin."