HATAY - Girtiyê nexweş Muhsîn Kizilkan ku jiyana xwe ji dest da 26 salan di girtîgehê de ma. Îhsan Kizilkan got: "Em dixwazin kesên bûn sebeba mirina kekê min bên cezakirin."
Girtiyê nexweş Muhsîn Kizilkan, ji ber nexweşîna pençeşêrê di 5'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn a Hatayê sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin. Kizilkan, di 24'ê Tîrmehê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê jiyana xwe ji dest dabû.
Kizilkan, di sala 1962'yan de li Sêrtê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Sêrtê xwendiye. Lê belê ji ber rewşa aborî nikaribûye bixwîne û ji bo di warê aborî de alîkariya malbata xwe bike ji zarokatiya xwe ve xebitiye. Kizilkan û malbata wî ji ber rewşa aborî di sala 1974'an de koçî Îskenderûn a Hatayê kirin. Kizilkan, di sala 1984'an de bi Terfa Kizilkan re zewicî. 3 zarokên wan çêbûn. Di 10'ê Mijdara 1993'yan de li Îzmîrê hat binçavkirin û 3 meha di bin çavan de hat îşkencekirin. Wexta hatibû binçavkirin zaroka wî ya biçûk 40 rojî bûye. Piştî îşkenceyê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û DGM'ê ji doza PKK'ê cezayê muebetê li Kizilkan birî.
Pêşî Kizilkan xistin Girtîgeha Îzmîrê, ji wir jî şandin girtîgeha Mêrsîn, Konya, Bartin û herî dawî jî şandin a Îskenderûnê. Heta nehatibû girtin tu nexweşînek wî tune bûye û di sala 2016'an de peçeşêr lê peyda bûye. Piştî pê dihesin pençeşêr lê peyda bûye wî radikin nexweşxaneyê û ji ber vê bi qasî metroyekê rodiyên wî tên jêkirin. Dema emeliyat bû jî hayê malbatê pê nehatibû xistin.
'JI BER GIRTIYÊ SIYASÎ BÛ NEHAT BERDAN'
Piştî emeliyatê Saziya Tiba Edlî (ATK) raporek ji bo Kizilkan amade kir û cezayê wî ji bo sal û nîvekê hat taloqkirin û di sala 2017'an de hat berdan. Piştî dema raporê qediya Kizilkan dîsa hat girtin û wî xistin Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê. Her wiha carekê jî ji ber fitqoyê emeliyat bûye. Herî dawî di 5'ê Tîrmehê de rewşa wî giran bû û wî rakirin Nexweşxaneya dewletê ya Îskenderûnê û wî emeliyat kirin. Kizilkan, di 24'ê Tîrmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Birayê wî Îhsan Kizilkan got: "Mirovekî baş bû. Zirara wî nedigihaşt tu kesî jî. Mirovekî şên bû." Kizilkan ku got "Ji ber girtiyê siyasî bû ew bernedan. Ji bo berdana wî me daxwazname ji serokomar û Wezareta Dadê r şandin lê tu tişt jê derneket. Li bendê bûn bimire. Piştî dîtin wê bimire cezayê wî taloq kirin" bilêv kir ku êdî ew naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin.
Kizilkan got: "Bijîşkê birayê min emeliyat kir, piştî emeliyatê bi 3 rojan destûr girt. Ji ber hêla rastê ya serê wî 'riziya bû' bijîşk jê kir. Birayê min gotibû li girtîgehê her çend ew nexweş bû û nikaribûye ji bo jimariyê rabe ser piyan gardiyanan bia wayekî dijwar lê daye. Em dixwazin kesên bûn sebeba mirina kekê min bên cezakirin."
MA / Hamdullah Kesen