ŞIRNEX - Derket holê ku li Bêşebaba zext û zorî lê zêde diqewimin buroyên parêzeran tune ne. Ji ber vê şêniyên navçeyê car heye ji bo parêzeran diçin Colemêrgê û ji ber ji derve parêzeran digirin ji mecbûrî pereyekî zêde jî didin.
Li navçeya Bêşebab a Şirnexê ku hema bêje her derê wê bi qereqolan hatiye dorpêçkirin û li hemû kuçe û kolanên wê MOBESE hene û li têketin û derketinên wê noqteyên polîs û leşkeran hene, buroyên parêzeran tune ne. Li navenda navçeyê û gundên wê, nexasim di salên dawî de bi sedan kaes hatien binçavkirin. Piraniya kesên hatine binçavkirin û berdan bi "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê" û "li ser navê rêxistinê sûc" hatine tawanbarkirin. Di demên dawî de jî di çarçoveya operasyonên leşkerî de gelek kes hatine binçavkirin, lê belê pirsgirêka herî mezin jî ew e ku kesên tên binçavkirin nikarin parêzeran epyda bikin.
CAR HEYE JI BO PARÊZERAN DIÇIN COLEMÊRGÊ
Ji ber li navçeyê parêzer tune ne, xizmên kesên tên binçavkirin bi piranî pêwendiyê bi parêzerên li navçeya Qilebanê re datînin. Ji ber hejmara parêzerên li Qilebanê jî kêm e, pirî caran niakrinb için. Malbatên ku nikarin li Qilebanê parêzeran peyda bikin vê carê berê xwe didin Silopiya û Cizîrê. Her wiha malbat car heye ji bo parêzeran diçin Colemêrgê jî.
DI WARÊ ABORÎ DE DITENGIJIN
Ji ber vê yekê malbat di warê aborî de jî ditengijin. Gelek malbat nikarin heqê parêzeran bidin. Nexasim jî xizmên kesên tên girtin, ji bo şopandina dozan pereyekî zêde didin parêzeran.
Hevserokê HDP'a Bêşebabê Şaban Cîn, bi bîr xist ku piştî sala 2015'an de yek ji bajarên herî zêde operasyonê lê tên kirin Bêşebab e. Cîn, destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de welatî tên derbkirin û heqaret li wan tên kirin. Cîn, bilêv kir ku kesên tên binçavkirin gelek jê bi hincetên pir hêsan, hin jê jî ji ber parêziyeke kêm tên girtin.
Cîn, anî ziman ku ji ber navçeya wan dûrî navendê ye parêzer buroyan venakin. Cîn, diyar kir ku di dema binçavkirinê de ji ber pere tune ne gelek eks jê parêzeran naxwazin. Cîn, anî ziman ku bi piranî kesênt ên binçavkirin ji baroyê parêzeran dixwazin û ji ber parêzerên wekaletê digirin pereyekî zêde dixwazin malbat mexdûr dibin.
Yek ji malbatên ku di warê parêzeran de tengijye jî malbata Alî Akdag e ku çendek berê tevî 7 kesan hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Yasîn Akdag, diyar kir ku ji ber bavê wî berê tev li nimêja cenazeyekî bûye û çûye şînê hatiye girtin. Akdag, bilêv kir ku bavê wî 3 rojan di bin çavan de maye û ji ber parêzer tune bûne wan pêwendî bi Cizîr, Silopiya û Şirnexê re daniye û tu parêzer ji bo îfadeyeke di binçavan de rêyeke 3-4 saetan qebûl nekiriye.
Akdag, destnîşan kir ku lê belê parêzerekî ku bi mêvandarî hatibûye navçeyê di îfadeya bavê wî de cih girtiye û got: "Di vî warî de pirsgirêk hene. Ji ber parêzerekî mêvan ketê, tam mesele fam nekriibû. Piştî hat girtin me çû li Silopiyayê parêzerek girt. Li vê navçeyê her roj kes tên binçavkirin û binpêkirinên mafan rû didin. Divê parêzer hebin. Ji bo vê çi hewce be divê bê kirin."
MA / Gokhan Altay