* Walîtiya Wanê hema bêje 15 rojan carekê "qedexekirina çalakiyan" nû dike. Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç bertek nîşanî vê yekê da û got: "Ev biryar nê kêfî ne, tezahura siyaseta îktîdarê ya li hemberî kurda ye." Sarisaç, destnîşan kir ku tekane rêya xelasiyê berxwedan e.
* Ji ber piştgirî dan çalakgerên çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê, der barê 13 dayikên aştiyê, parêzerek û rêveberekî HDP'ê de doz hat vekirin. Di îdianameyê de ji bo kitanên spî yên dayikan hat derpêşkirin ku ji bo di raya giştî de "sempatîk, "dramatîk" û "demagojîk" bên dîtin girêdane.
* Derket holê ku li Bêşebaba zext û zorî lê zêde diqewimin buroyên parêzeran tune ne. Ji ber vê şêniyên navçeyê car heye ji bo parêzeran diçin Colemêrgê û ji ber ji derve parêzeran digirin ji mecbûrî pereyekî zêde jî didin.
* Rûxandina xaniyên li taxa Altindagê didome. Seroka Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan, got bi veguherandina bajêr re daneheviya bajêr tê tunekirin.
* Dîrokzan-nivîskar Mehmet Bayrak di pirtûka xwe ya bi navê "Kurtlerin ve Kurdistan'in Gorsel Tarihi" de, bi hêlekê bi vegotineke dîtbariyî dîroka kurdan vedibêje, li hêla din jî dîroka kurdan a ji hêla dewletê ve hatiye berpêşkirin jî mehkûm dike.
* Girtiyê nexweş Muhsîn Kizilkan ku jiyana xwe ji dest da 26 salan di girtîgehê de ma. Îhsan Kizilkan got: "Em dixwazin kesên bûn sebeba mirina kekê min bên cezakirin."
* Hat gotin, li êrîşa li dijî wesayîta zirxî ya li Yenîşehîrê 2 zarok hatine binçavkirin û polîsan her du zarok birine nav erdekî beyar û ew îşkence kirine. Yek ji van zarokan jî M.A. ye. Dayika wî Fatma Akkalin, got: "Hingî lê dabûn ne li ser hişê xwe bû."
* Mihrîcana Xweza û Çanda Munzurê wê bi şahiyên dawî îro bi dawî bibe.
* Rêxistinên HDP'ê yên Konak û Bayrakli yên Îzmirê û Rêxistina HDP'ê ya Milas a Muglayê wê kongreya xwe pêk bînin. (11.00-16.00)
* Meclîsa Ciwanan a HDP'ê wê li dijî talankirina Heskifê dest bi çalakiya çadirvegirtinê bikin. (12.00)
* Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê wê di 91'emîn meha komkujiya Roboskê de çalakiyê li dar bixin û bixwazin kujer bên darizandin. (14.00)
* TJA wê têkildarî starta kampanya "Niha dema guhertin û azadiyê ye" li Daîreya Zewicandinê ya Kadikoya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (19.00)