ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 256’emîn a çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cebraîl Vural û xwest ku tedawiya Vural a bi kontrol bê kirin.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 256’emîn a çalakiya xwe bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê pêk hat û endamên Înîsiyatîfa beşdar bûn. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cebrîal Vural ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin. Rêvebera Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyaniyê xwend.
Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Bi gotina girtiyek nexweş ‘li girtîgehan mirina hêdî hêdî tînin ser me.’ Bi hezaran nexweşên girtî têdikoşin ku bijîn. Girtiyan bi ranzayan ve kelepeçe dikin, wan di maşîneyên rîngê yên bêhewa û tenduristiya mirov xera dike de dibin û tînin. Bi kelepçeyan tedawiya wan tê kirin. Bi nêzîkatiyên nijadperest re rû bi rû dimînin û gelek muameleyên li dijî rûmeta mirovan tînin serê girtiyan. Û girtî jiyana xwe ji dest didin.”
REWŞA GIRTIYÊ NEXWEŞ CEBRAÎL VURAL
Çevîrmen têkildarî rewşa Vural jî wiha got: “Cebraîl Vural berî bê girtin du caran bi fişara teqîna TNT’ê re rû bi rû mexdûr maye. Teqînê bandorek neyînî li ser pişik, guh û qirika kiriye. Di 7 salên ewil ên girtîgehê de ji ber bandora teqînê her cara ku tû kiriye, tiştên reş bi tûka wî re derketine. Di binçavan de tedawî nekirine. Di 1998’an de nexweşîna tüberküloz hatiye tespîtkirin û tedawiyek micid pêk neanîne. Bi derfetên xwe van zoriyan derbas kiriye. Tespîta erozîf gastrît, kêm hat kirin. Di gulana 2011’an de pişika wî îltîhap girtiye û xwîn bûye. Hefteyek li nexweşxaneyê maye. Di hefteyekê de 30 heb serûm lêdane. Bêyî baş bibe di 26’ê tîrmeha 2011’an de Ji Girtîgeha Midyadê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tokatê kirine. Kontrola nexweşîna wî nehatiye kirin. Ji bilî muayeneyên rûtîn tu tedawî nehatiye kirin. Di sala 2015 û 2016’an de du car mîzkêşa wî îltîhap girtiye û rakirine nexweşxaneyê. Antîbiyotîk dane. Di nîsana 2016’an de çûye Saziya Tiba Edlî û rapora nexweşîna KOAH’ê dane. Li gel vê yekê jî nayê berdan.
Daxwazek Cebraîl Vural a ku bila cezayê wî bê paş ve xitin nîne. Tenê dixwaze tedawiyek wî ya kontrolî pêk were. Em daxwaz dikin ku tedawiya Cebraîl Vural demildest bê kirin.”