STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehana a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran di “Rûniştina F” de axivî û got: “Ji ber pêkanînên keyfî yên rêveberiyên girtigehan, girtiyên nexweş terkî mirinê hatine. Faîlê van hemû mirinan desthilatdarî bi xwe ye.”
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo berdan girtiyên nexweş, xwest di hefteya 383'yemîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li Qada Galatasaray li dar bixe. Lê polisan çalakî asteng kirin. Li ser vê çalakî li ber Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan û pankartên li ser wan nivîsên "Mafê tedawiyê nayê astengkirin, tecrîd dikuje û piştevanî dide jiyîn" û "Bila girtiyên nexweş bên berdan" hatin vekirin.
Komîsyonê çalakiya vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna giran Abdulkahar Aksoy. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Stenbolê Hatîce Onaran daxuyaniyê vê heftê xwend.
Onaran, diyar kir ku li girtîgehan îşkencê, heqaret, mûameleya xerab, mafê tenduristiyê bin pê kirin, qedexeya agahî girtinê, cezayên hucreyê û hejmara li ser piyan ferzî girtiyan tên kirin û wiha got: “Li gel ku Saziya Lijneya Tipa Edelî (ATK) rapora “Nikara di girtîgehê de bimîne” daye gelek girtiyên nexweşîna giran jî, girtî nayin berdan. Tedawiya van girtiyan jî li girtîgehan nayê kirin. Bi zenbûn û bi awayekê pergalî girtiyên nexweş terkî mirinê kirine. Ji ber vê ji girtîgehan li dû hev cenaze derdikevin. Herî dawî girtî Mûhsîn Kizilkan ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da û piştî mir ji girtîgehê derxistin.”
26 SALIN GIRTIYE
Onaran, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna giran Abdulkahar Aksoy û wiha bilêv kir: “Aksoy ji navçeya Qoser a Mêrdînê û 54 saliye. di meha Mijdarê ya sala 1993’yan de li Îzmîrê hat binçavkirin û piştî îşkenceyek giran DGM’ê 36 sal cezayê girtîgehê lê birî. Aksoy ev 26 salin girtiye.”
‘LI GEL RAPROÊ JÎ NAYÊ BERDDAN’
Onaran, da zanîn ku Aksoy dinava 26 salan de li gelek girtîhan ma û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dinava 26 salan de gelek nexweşî bi Aksoy re rû dane. Gelek nexweşiyên wî yên giran hene. Ligel ku rapora Aksoy a ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ heye jî, nayê bertan û ew di girtîgehê de terkî mirinê hatiye kirin. Em dixwazin temildest Aksoy bê berdan da ku karibe di şert û mercên rehet de, tedawiya xwe bike.”