ÎHD û Xizmên Windayan li aqûbeta 7 windayan pirsîn

  • rojane
  • 14:10 27 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED / ÊLIH – Şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan vê hefteyê jî li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin îktîdar li hember daxwaza dayikan bêdeng nemîne, winda bên dîtin û kujer bên darizandin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 546’emîn de bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Ji ber biryara qedexeyê ya Walîtiya Amedê destûr nayê dayîn çalakî li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû bê lidarxistin. Li ser vê yekê çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk tê. 
 
Rêveberên ÎHD, Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn. Wêneyên windayan li erdê raxistin û hildan. 
 
‘ZILM Û ZORDESTÎ DIDOME’ 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Adnan Orhan ê endamê Komîsyona Windayan di destpêkê de axivî û bal kişand ser nedarizandina kujeran. Orhan bi bîr xist ku 546 heftene ew li edaletê digerin û hêj kujer nehatine darizandin. Orhan da zanîn ku li ser vê axa ew lê dijîn zilm û zordarî hêj didome û got: “Qedexekirina çalakiya me nêzîkatiya dewletê ya li hember dayikan dil biêş dide nîşandan. Dixwazin lêgerîna dayikan asteng bikin. Li ser vê axê însan bi hovane hatin qetilkirin. Însan avêtin bîran û windakirin. Ev dayik li aqûbeta zarokên xwe digerin. Divê her kes dengê dayikan bibîhîze. Ev îktîdar û îktadarên din li hember daxwaza dayikan kerr, lal û kor maye, dengê wan nabihîze. Bi pêkanînên kêfî qatilan diparêzin û wan dernaxin holê. Heta daxwaza me pêk were û winda bên dîtin dê têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dewam bike.” 
 
ÇÎROKA 5 ŞIVANAN PARVE KIR 
 
Piştî Orhan, Rêveberê ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin ê endamê Komîsyona Windayan jî çîroka windayan a vê hefteyê xwend. Yalçin çîroka windakirina Ahmet Bozkir, Halît Ertuş, Lokman Kaya, Selahattîn Aşkan û Suleyman Tekîn ê li gundê Xenanîs a bi ser Colemêrgê ve di 26’ê tebaxa sala 1996’an de di operasyoneka eskerî de tên binçavkirin û ji wê rojê ve agahî ji wan nehatiye girtin parve kir.
 
Ji bo hemû bîranîna hemû windayan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 452’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist û li aqûbeta windayan pirsîn. Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mahfuz Akgul çîroka windakirina Mehmet Abdulîllah Heyecan û Alî Osman Heyecan ên di sala 1995’an de li Deriyê Sînor ê Xabûra navçeya Silopiya Şirnexê hatin windakirin xwend. Akgul da zanîn ku tevî hemû lêgerînên malbatê jî 24 sal in agahî ji windayên birayên hev nehtiye wergirtin û xwest aqûbeta wan bê eşkerekirin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan pêk hat. 

Sernavên din

31/07/2019
10:27 Hevseroka Girê Spî Hêvî Îsmaîl: Em li vir in û dest ji axa xwe bernadin
10:26 Ji ber ku çû serdana gora hevjînê xwe lêpirsîn lê hat vekirin
09:13 Ji Weşanxaneya Lîsê 5 pirtûkên nû
09:10 'Îstixbarat' derî bi derî digere
09:09 Ji ber JES'an berdariya gilyaz û tirî kêm bûye
09:06 'Tirkiye koçberan wekî koz bi kar tîne'
09:03 ‘Qanûnên koletiyê li karkeran tê ferzkirin'
09:02 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2019'AN
30/07/2019
17:28 Akademîsyenê Aştiyê Altinel tehliye bû
17:28 Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Qersê û Erkmen a HDP’î hatin girtin
17:08 TJA'yê li Wanê, starta kampanyeya 6 mehan da
15:34 Li Heskîfê mudaxile û binçav kirin
15:29 Rapora 6 mehan a ÎHD’ê: Binpêkirina mafan a li bajarên herêmê zêde dibin
15:00 Polisan çalakiya TJA'yê asteng kir
14:42 ‘Li girtîgehan kontrolek bi bandor a îdarî û darazê nîne’
14:41 Nivîskar Gulgeş Deryaspî hat girtin
14:32 Temellî: Emê tifaqa demokrasiyê di nava aştiyê de kêlî bi kêlî bihûnin
13:50 Hevseroka Giştî ya KESK’ê Gezen: Baweriya me bi hêz û têkoşîna me tê
13:02 Siyasetmedarên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin sewqî dozger kirin
12:58 Ji 5 kesên ku rastî îşkenceyê hatin 2 jê zarok 4 kes hatin girtin
12:28 Girtiyê ji dilê xwe anjiyo bû, derp kirin
11:54 Temellî: Bi polîtîkayên şaş Tirkiyeyê xizan dikin n
11:37 Hejmara nû ya Kovara Demokratîk Modernîteyê derket
11:18 Licê bîra xwe winda kir!
10:57 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Îdîaya dibin çavan de îşkence: Kîs xistin serî, derp kirin
10:31 ‘Bi hunerê em dixwazin vegerin ser kokên xwe’
10:30 Ji bo mizgefta riziyayî gotin 'êrîşa terorî'
09:54 Kedkarên KESK'î dimeşin Enqereyê
09:52 19 salî ket girtîgehê di 43 saliya xwe de derket
09:09 Karkerên Ozsutê: Heta em mafê xwe bistînin emê têbikoşin
09:08 Endezyar Kandemîr: Li gorî hevsengiya ekolojiyê derman bikin
09:07 Li Çiyayê Kaz ji bo zêr pêşeroja zarokan tune dikin'
09:05 Rehetî ji Seyarfiroşan re tune
09:03 Şenîyên taxa Hidirliktepe: Em destûr nadin taxê hilweşînin
09:00 ROJEVA 30'E TÎRMEHA 2019'AN
29/07/2019
21:40 Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Bulut hat berdan
21:04 28 sal şûnde hat berdan
17:37 'Rojên Fîlman' li Qoserê dest pê dike
15:38 Baroya Dersîmê bertek nîşanî ‘Qada madenê' da
15:09 Meşa KESK’iyan a ji Mûglayê ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:18 Rojnameger Abayay li ser gora xwe hat bibîr anîn
12:33 Polîsan destûr neda ku KESK li Wanê daxuyaniyê bide
12:17 Ereb, Kurd, Turkmen û Ermenî li sînorê Girê Spî nin: Em ê bi hevre jiyanê biparêzin
11:45 Li Kabîlê 20 kes hatin kuştin
11:11 Girtiyê lêgerina tazî red kir rastî lêdanê hat
10:31 Pîroglu: Çeka herî mezin a bindestan piştevanî ye
10:01 Koçyîgît: Em ê li dijî hişmendiya mêrê serdest serî hildin
09:20 Li Parka Mîlî ya Mûnzûrê ku avzêm jî dikevinê, ji bo lêgerîna madenê ruxsat hat dayîn
09:19 Çîroka cih nedîtinê: Cî Nema
09:19 Piştî 25 salan ji jinên tevnkar ên li Kadîfekale kirêya cih xwestin
09:18 TJA wê ji bo jinên ajokar li dijî tacîzê 'karwana xemrî' ava bikin
09:17 Karkerên Hîlton-SA: Em dest ji doza xwe bernedin
09:03 ‘Betalî ciwanan dajo nava tiryakê'
09:02 Welatiyên mexdûr: Erseyên me xesp kirin û 4 salin em kirê didin
09:01 ‘Neheq 29 rojin di hucreyê de girtî ye'
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2019'AN
28/07/2019
21:13 Temellî malbatên Eroglû û Guloglû ziyaret kirin
19:18 Şewata li Çiyayê Bagok li gundan belav bû
17:16 Hevserokê HDP'ê yê Îskenderunê Ateş û Guzel hatin hilbijartin
16:34 Meclîsa HDP'ê ya Stenbolê avakirina xwe îlan kir
15:53 Cendirmeyan destûr neda Nobeta ciwanan a Heskifê
15:14 Hewldana Roboskê: 91 mehin me ji bîr nekir em ji bîr nakin
15:11 TAJÊ: Em ê rêxistina xwe mezintîr bikin
14:37 Ciwanên Minbicê xwest ciwan li tenişta QSD'ê cih bigirin
14:34 2 hefte ye dora Dêra Dêra Zahferan dişewite
14:13 'Pêşîlêgirtina Hepatitê pêkan e'
13:39 Eskerên Iraqê destûr nedan Mexmûrî bimeşin Hewlerê
13:13 Xwişka Çetîn Abayay ê 27 sal berê hat kuştin: Îro jî rojnamegerên wî dişopînin hene
12:38 Bendava Ilısu wê bajarê Tel-Fafanê di bin avê de bihêle
11:59 ‘Hikûmet penaberan dike amûra polîtîkayê'
11:21 Hemû çalakî 979 rojin li Wanê qedexe ne: Qedexe 15 rojên din dirêj kirin
11:00 ‘Operasyona li dijî koçberan wê mirina di bahrê de zêde bike
10:58 Dayika E.L.: Bila cezayê herî giran li tecawizkar E.B., bibirin
09:45 6 girtiyên sewqî Girtîgeha Turkoglu kirin: Ewlehiya me tune ye
09:05 Polîsan li nav erdekî beyar du zarok îşkence kirin!
09:04 Birayê Kizilkan: Em dixwazin kesên bûn sebeba mirina kekê min bên cezakirin
09:03 Pirtûka nû ya Mehmet Bayrak derket
09:03 Li Altindagê daneheviya bajarekî tê tunekirin
09:02 Navçeya bê parêzer: Bêşebab
09:01 Dozger ji bo laçika dayikên laçikspî got: 'Ji bo sempatîk bixuyên girêdane'
09:00 Sarisaç: Qedexeyên li Wanê tezahura siyaseta îktîdarê ya li hemberî kurdan e
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2019'AN
27/07/2019
17:03 Şahiyên li Bajaroka Perî dest pê kir
16:17 'Girtiyê nexweş Cebrîla Vural tenê dixwaze tedawiya pêk were’
15:54 ÎHD'a Îzmirê aqûbeta Rojnameger Ferhat Tepe yê hat windakirin pirsî
15:53 Jinan gotin: Emê stratejiya rêya 3’yemîn esas bigirin
15:12 Rêxistina HDP’ê ya Çukurovayê kongreya xwe li dar xist
15:04 Beşdarên Mihrîcana Dersîmê qedexe şermezar kirin
15:03 ‘Desthilatdariyê girtiyên nexweş terkî mirinê kirine’
14:15 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Suleyman Cîhan kirin
14:10 ÎHD û Xizmên Windayan li aqûbeta 7 windayan pirsîn
14:10 Rojên binçavkirinê ya siyasetmedarên Kurd dirêj kirin
13:48 TJA'yê bang li hemû jinan kir ku di 3'ê Tebaxê de cilên spî li xwe bikin
13:47 Nameya Leyla Guven bi hinceta ‘bifikare’ nedan girtî
13:34 Baxçeyê keşîşxaneya Dêrazahfaranê şewitî: 500 darên zeytûnan zirat dîtin
13:11 Baroya Îzmîrê: Em şopdarê binpêkirinên mafên mirovan ên li GGM’ê bin
13:09 PDK’ê 10 rojin rêya Hewlêr li şêniyên Mexmûrê girtiye
12:40 Balafirên şer ên TSK'ê çiyayê Xantûr ê Zaxoyê bombe kir
11:40 Aslan ê hat binçavkirin birin Rihayê