STENBOL - Nameya Leyla Guven a ji bo girtî Zafer Saglam şand, bi hinceta “Naverok bifikare” nehat dayîn.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo Zafer Saglam ê di 16’ê Kanûna 2018’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’Ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Sergirtî ya Hejmara 5 a Sîlîvrî bi koma yekemîn re dest bi greva birçîbûnê kiribû name şand. Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê bi hinceta “Naverok bifikare” name ne da Saglam.