ÎZMÎR - Baroya Îzmîrê, nêzîkatiyên cudakar, gotinên nefretê polîtîkayên li dijî penaberan şermezar kir û got: “Em ê şopdarê binpêkirinên mafên mirovan ên li navenda paşve şandinê GGM’ê rû didin, bin.”
Baroya Îzmîrê, derbarê nêzîkatiyên cudakar, gotinên nefretî û polîtîkayên penaberan de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Ji ber şer, rageşiyên navxweyî, guherînên avhewayê û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li tevahiya cîhan û Rojhilata Navîn rû didin, bi mîlyonan mirov neçar men ku cih û warên xwe terk bikin.”
Baroya di daxuyaniya xwe de wiha got: “Daxuyaniyên Wezareta Karê Hûndir û Miduristiya Giştî ya Îdarî ya Penaberan ên di rojên derbas bûyî de ne li gorî pîvanên penabertiyê ne. Çi dibe bila bibe, divê penaber neçarî vegerin welatên xwe neyin kirin. Weke Baroya Îzmîrê em nêzîkatiyên cudakar, gotinên nefretê polîtîkayên li dijî penaberan şermezar dikin. Emê şopdarê binpêkirinên mafên mirovan ên li navendên paşve şandinê GGM’ê rû didin, bin.”