Bîlgen: Gotina bila kurd nebin, tê wateya bila xwîn zêdetir birije

img

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser hewlesta Tirkiyeyê ya li Soçiyê û got ku: "Gotina bila kurd nebin, tê wateya hêj zêdetir xwîn birije" û der barê YSK'ê de jî ev tişt got: "Nêzikatiya ez ê çawa bi YSK'ê bileyzim, bendavê çawa sererast bikim û qezenc bikim, dê pirsgirêkan çareser neke."

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP'ê de axivî û bal kişand ser krîza li Sûriyeyê û lêgerînên çareseriyê yên li Soçiyê û wiha axivî: "Di lûtkeya li Soçiyê de hêviyên ji bo aştiya Sûriyeyê bilind kirine, ev hem ji bo mirovahiyê û hem jî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Di nirxandinên ku hatine kirin de tê gotin ku çareserî tenê bi diyalogê pêk tê û ev ji hêla Tirkiyeyê ve jî qebûlkirina wê pêşketineke baş û cihê kêfxweşiyê ye."
 
'DIVÊ BI AQILANE TEV BIGERIN'
 
Bîlgen aşkera kir ku heke kurd ji dewrê bên derxstin, dê ev yek bibe sedema zêdetir rijandina xwînê û wiha pê de çû: "Heke Tirkiye nexwaze mehê 3 caran biçe Rûsyayê, divê têkiliyên xwe yên bi kurdan re xurt bike. Ev dê li gorî berjewendiyên tirk û kurdan be jî. Berovajiyê wê dê ne tenê aştiya li welat, dê karesatên nû jî bi xwe re bîne. Divê Tirkiye bi aqilane tev bigere, ka berjewendiyên wê di kure derbs dibe, divê li gorî wê li çareseriyê bigere."
 
DOZA ZARRAB
 
Bîlgen doza Reza Zarrab jî bi bîr xist û pêşketina heyî wekî "xaleke îbretê" pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku agahiyên şaş dane meclisê vê yekê bi xwe re encamên xirab anîn. Heke civaka Tirkiyeyê rast bihatana agahdarkirin, dê ev pêş neketana." Bîlgen destnîşan kir ku berdevkê Serokomar Erdogan Îbrahîm Kalin, îdiayên der barê ambargoya Îranê de qebûl kiriye û ev tişt got: "Dê vê yekê qebûl bikin an nekin, em ê di rojên pêş de bibînin. Berjewendiyên welatekî nabe ji bo partiyekî bê xebitandin. Heke ev pirsgirêka Tirkiyeyê be, divê ev ji bo çi hat kirin ji hemû parlamentoyê re bê parvekirin."
 
Bîlgen anî ziman ku pirsgirêka nelêrêtiyê, pirsgirêka bekayê bi pirsgirêka welat re nikarin hevrû bikin û ev nirxandin kir: "Guhê xwe ji vê re girtin, çavê xwe ji vê re giritn dê Tirkiyeyê bixe zehmetiyê."
 
‘ZAGONA TORBE BARÊ TIRKIYÊ GIRAN DIKE’ 
 
Bîlgen bal kişand ser zagona torbe û got: “Ev zagon tenê barê bacê dide ser pişta Tirkiyeyê. Rîska qeyranê bêtir zêde dike.” 
 
‘ÎŞARETKIRINA MALÊN ELEWIYAN DIVÊ HILDIN CIDIYETÊ’ 
 
Bîlgen îşaretên malên elewiyan jî bibîr xist û got: “Îşaretkirina malan komkujiyên berê yên elewiyan tîne bîra mirov. Ev rewş xetereyê bi xwe re tîne. Divê di vê mijarê de lêpirsînek cidî bê kirin. Nexwe wê ev mesele civaka elewî bêtir bixe nav fikaran.” 
 
‘RÊYA HIQÛQ A HUNDIRÎN ÎFLAS KIRIYE’ 
 
Bîlgen bal kişand ser doza Îdrîs Baluken û Fîgen Yuksekdag a di 6’ê çile û doza Selahattîn Demîrtaş a di 7’ê çile de û wiha dewam kir: “Biryara AYM’ê jî nîşan da ku hemû riyên hiqûqa hundirîn îflas kiriye.” 
 
Bîlgen da zanîn ku ew piştgiriyê didin kampanya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê ya “Ne OHAL em demokrasiye dixwazin” hat destpêkirin û ew ê kampanyayên xwe jî birêve bibin. 
 
‘BEŞDARIYA MERASÎMA CENAZE NE SÛC E’ 
 
Bîlgen anî ziman ku Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Destûra Bingehîn a TBMM’ê bi tena serê xwe biryarê daye û wiha axivî: “Biryarên AÎHM’ê perçeyek hiqûqa hundirîn e. Di van biryaran de beşdarbûna merasîma cenazeyan sûcê terorê nayê hesibandin. Peywîra siyasetê ne ew e ku merasîma cenazeyan nîqaş bikin. Divê hatina cenazeyan asteng bikin. Komîsyonek li hember binpêkirina mafan ku bêdeng dimîne, nayê qebûlkirin ku der barê wekîlên me de biryara kêfî bide.” 
 
SERERASTKIRINA YSK’Ê 
 
Bîlgen destnîşan kir ku di civîna xwe de sererastkirinê Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dixwaze pêk bîne girtine dest û divê hebûna YSK’ê nîşandeya demokrasiyê be. Bîlgen diyar kir ku divê hilbijartin ji aliyê welatî û partiyan ve bê şopandin û bi sererastkirina nû re ji holê rakiriye û ev tê wateya mudaxeleya li dijî hilbijartinê. 
 
‘PIRSGIRÊK NAYÊ ÇARESERKIRIN’ 
 
Bîlgen bersiv da pirsa der barê pirsek a hilbijartinên pêşwext de û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Pirsgirêk bi lîstandina YSK’ê û bendan nayê çareserkirin. Dixwazin bi vê sererastkirinê hilbijartinê qezenc bikin. Hesabê biserketina hilbijartinê dikin.” 
 
 
 

Sernavên din

25/11/2017
11:32 'Jin di qada cemaweriyê de rastî tundiyê tên'
11:19 Saziyên navneteweyî fikir dan DMME'ê: Girtina wekîlan binpêkirina mafan e
11:19 Polîsan gelek kes li Îskenderunê binçav kirin
10:37 Platforma Jinan: Jinên Şengal û Reqayê bûn hêviya jinan
10:26 Bostan: Welatek di bin tecrîdê de ye
10:26 Kedkarên malan di 25'ê Mijdarê de li kolanan e
10:25 Seroka KADUM’ê: Bila desteka hiqûqî ji bo jinan bê temînkirin
10:03 Koordînasyona Rojava xwest Tirkiye êrîşan rawestîne
09:34 2 hezar koçber li benda alîkariyê ne!
09:31 Karkera Realê: Beramberiya keda 17 salan ‘birçîtî’ ye
09:10 ‘Naxwazin Ocalan ji mirovan re bibe ronahî’
09:09 300 sal in qonaxa dîrokî îhtişama xwe diparêze
09:08 ‘Jin herî baş xwe bi hunerê îfade dike’
09:07 Elewiyan îşaretkirina deriyan şermezar kirin
09:06 Krîza aborî tenê bandorê li sergînan nekiriye!
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2017'AN
24/11/2017
22:48 Ji ber parvekirinên medyaya civakî 16 kes hatin binçavkirin
22:37 Amediyan li Pale Hunerê temaşeyî fîlmê ‘Kollektivet’ê kir
22:27 KCD’ê li Cizîrê serdana saziyên civaka sivîl kir
21:55 Li Meletiyê êrîşî komeleya ermenan kirin
20:31 Rojnameger Aşan hat berdan
19:32 Polîsan avêt ser mala Çekwar Çûbûk: Kekê wî hat binçavkirin
17:31 Piştî xwişka wan hat kuştin têkoşîna jinan nas kirin
16:25 Jinan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin
15:40 'Guleya ku Tahîr Elçî kuşt ji çeka zarokên baş derket?'
15:02 KADUM: Di 5 salan de hezar û 285 jin hatin kuştin
14:47 Li Yukselê 381 roj e çalakî didome: Baş e ku Nuriye tu hatî dinê!
14:24 Hunermenda NÇM'ê hat binçavkirin
14:12 5 girtiyên li Şakranê xistin 'qefesa têlînî'
14:04 Waliyê Edîrneyê daxwaza dadgehê red kir
13:48 Li Amedê 10 siyasetmedar hatin girtin
12:52 Polîsan li Semsûrê êrîş titûnvanan kir û gelek kes birîndar bûn
12:50 Altiparmak: DMME dixwaze riya hiqûqa navxweyî dirêj bibe
12:49 Serokê PSAKD’ê: Dixwazin Elewiyan koç bikin
12:44 Cenazeyê Oz a li Cizîrê hat kuştin 21 meh şûnde teslîm kirin
12:20 Malbatan gorên zarokên xwe yên Qeyûmê xera kirin ji nûve ava kirin
12:14 Kemalbay: Pêwistiya me bi têkoşîna civakî ya jinê û hevgirtinê heye
11:51 Di kana komirinê de karkerek mir
11:34 Li Amedê kesek hat kuştin û 3 hatin binçavkirin
11:30 8 kes li Bursayê û 14 kes ji li Enqerê hatin binçavkirin
11:04 Yek jî teamên herî xweş ên Bazîdê: Kifteyên Evdîgorê
11:03 Suryaniyên vegeriyan gundê xwe: Zeviyên me bidin me
11:02 Zeytûnên Nîzîpê ji ber zuhabûnê hişk bûn
10:59 Dadger parastina Erebî û Kurdî wekî 'parastina xerab' pênase kir
10:45 Cenazeyê kesên li Bestayê jiyana xwe ji dest dan li ku ne?
10:28 Di 'Trom'ê de hezkirin, tenêmayîn û têkoşîna jiyanê derket pêş
09:58 Wekîla HDP'ê Îrmez: Min ji bo Taybet Wezîr agahdar kir
09:57 Sewalkar îsal kayê peyda nakin
09:12 Bazara qazên Qersê li ber girtinê ye
09:11 'Dê kesên di GEMÎ’yê de xelas bibin'
09:10 ‘Divê li DMME’yê giliyê CPT’yê bê kirin’
09:08 Wezîrê AKP'ê yê berê: Doza Zarrab hin derdoran bêzar dike
09:07 Kaniyên li taxên kurdan nayên nûkirin
09:06 Jin bi Muay Thaî parastina çewherî dikin
09:04 Girtiyê ji sedî 100 astengdar bernadin
09:01 Dozger 90 sal ceza ji rojnameger Alayumat û Akman re xwest
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2017'AN
23/11/2017
22:06 Li Farqînê 3 kes hatin girtin
21:06 Li Wanê qeyûm 6 karker ji kar avêtin
19:26 Cenazeyê meleyê gund li qeraxa rê hat dîtin
17:09 Ji bo mitînga TJA ya Wanê destûr hat dayîn
16:52 Li Silopiyê êrîşî maşîna zirxî hat kirin: 2 leşker birîndar bûn
16:04 Ket greva birçîbûnê 227 lîra cezayê para lê birîn
16:00 Serlêdana 250 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:40 Bîlgen: Gotina bila kurd nebin, tê wateya bila xwîn zêdetir birije
15:18 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: Emniyet çi vedişêre?
15:06 Ji bo Gokçek der barê Demîrtaş de fezleke amade kirin
14:48 Ji Tuncel peyama 25’ê Mijdarê: Îtîraz têrê nake divê alternatîf hebin
14:39 Polîsan li Yukselê 5 kes binçav kirin
14:02 7 sal in bi tena serê xwe vê tesîsa qerase bi rê ve dibe
13:59 'Mêraniya di civakê de tê parastin û tê pîrozkirin'
13:58 Têkoşîna jinên Reqqa azad kirin kir fîlm
13:56 'Heta roja mamosteya tê pîrozkirin, bila şertên wan bên başkirin'
13:55 Cotkar êdî nikarin mazotê bikirin
13:24 Karkerê karê xwe dixwaze hat binçavkirin
13:14 Geverî mirina leşkerê ji Wanê bir meclisê
13:13 Rojnameger Demîr ê hempîşeyên xwe bibîr anî doz lê vebû
13:12 Xetereya jiyanî ya Rûken Cansiri didome
12:57 250 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Hesabê TJA’yê hat rawestandin
12:53 Doza parazvanê mafê mirovan Bîlîcî taloq kirin
11:54 Prz. Yurekli: Îmralî bûye pergala bê hiqûqê
11:43 7 sal û 6 meh ceza dan hevjînê Remziye Bor
11:22 Polîsan li Cizîrê kesek binçav kir
11:22 Li 8 gundên Sêrtê 'qedexe' hat îlankirin
10:19 Di du mehan de Tirkiye li sînorê Efrînê çi kir?
09:52 Hevjînê Taybet: Şeva bûyerê em gelek caran li 155’an geriyan
09:51 Gelo wê ev car Cinêv karibe ji bo Sûriyeyê formuleke hevsengiyî peyda bike?
09:50 Fîlmê komuna Danîmarkayê ‘Kollektivet’ wê li Amedê bê nişandan
09:49 2-3 sal şûnde li Tirkiye dê sewalkarî bi dawî bibe
09:22 ‘Êrîşa li dijî jin û xwezayê heman hişmendî ye'
09:21 Di avahiya yek odeyî de zivistanê pêşwazî dikin
09:21 Kevirê Oltiyê hêj rastî eleqeyek mezin tên
09:20 Koçeran xwe berda quntarên Bagokê
09:19 Karmenda hat îhrackirin niha findan difiroşe
09:00 23 MIJDARA 2017'AN
08:43 Gund û mezrayek Farqînê hatin qedexekirin
22/11/2017
20:01 Pûtîn: Bila Sûriye bi xwe qedera xwe diyar bike
19:29 Maşîna zirxî ya polîsan zarokeke din birîndar kir
17:14 Jinan banga tevlêbûna mîtînga 25'ê mijdarê kirin