STENBOL - Stenboliyan bilêv kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingeîn a demokratîk heye û gotin: "Di serî de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û big iştî jî ji bo tevahiya pirsgirêkan em qanûneke bingehîn a demokratîk û piralî dixwazin."
Piştî hilbijartina 31'ê Adarê, gelek derdor daxwazên xwe yên ji bo "qanûneke bingehîn a nû" bilêv dikin. Stenboliyan, destnîşan kirin ku îktîdara heyî guloka pirsgirêka ye û ew qanûnele bingehîn a demokratîk dixwazin.
'REJÎMEKE DÎKTA LI SER KAR E'
Harûn Eroglû, got: "Niha li Tirkiyeyê rejîmeke dîktayî îktîdr e. Hemû erkên dewletê di destê kesekî de ne. Ew emr dike, hin kes jî pêk tînin. Yanî em nikarin behsa demokrasiyê bikin."
WÊ PIRSGIRÊKA KURD BI QANÛNA BINGEHÎN A NÛ BÊ ÇARESERKIRIN
Mehmet Unal got: "Teqez divê qanûneke bingehîn a nû bê çêkirin. Divê qanûneke bingehîn î demokratîk û pir alî çêbibe ku her deng û reng tê de hebin."
Gursel Demîr jî peymana Magna Carta bi bîr xist û got: "Divê partiyên siyasî mutabaqateke hevpar çêbikin. Divê daxwazên her derdorî pêk bên. Divê cihêkarî ji holê rabe. Eger metneke hevpar bê nivîsandin bawer bikin, di serî de wê pirsgirêka kurd û bi giştî pirsgirêkên din ji holê rabin."
Azer Unsal jî destnîşan kir ku divê demildest ji bo qanûneke bingehîn î demokratîk zemînek bê çêkirin û got: "Em ji vê qanûna bingehîn a darbeyê nerazî ne. Ez li ser navê xwe dibêjim, ji ber vê fedî dikim. Pirsgirêka kurd, mafên jinan, pirsgirêkên ekolojîk hemû ketine nav hevdu. Em qanûneke bingehîn a demokratîk, piralî û li gor rûmeta mirovan dixwazin."