* Hakan Tûnç ku ceza muebetê lê hatiye birîn, ji ber îdareya girtîgehê hejmara serdêran û dema hevdîtinê sînordar kiribû, serî li dadgehê da. Dadgeha Bilind, diyar kir ku ev pêkanîna îdareya girtîgehê li dijî hiqûqê ye. Lê îdareya girtîgehê hîn jî wek xwe tev digere.
* Parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku nîqaşên der barê nefeqeyê de bêwate ne û got: "Heta îktîdar vê yekê nîqaş dike, eger peywira xw ebi cih bîne dikare ji bo jinan kar peyda bike. Dikare ji bo wan fonekê çêbike. Tenê sedemeke nîqaşên ji çareseriyê dûr heye; ew jî tunekirina nasnameya jinê ye."
* Li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê, bijîşkan gotibû nexweşîna zatûreyê li girtiyê nexweş Ergîn Aktaş peyda bûye. Lê belê piştî Aktaş sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê hat kirin, aşkere bû ku ne zatûre, nexweşîan weremê lê peyda bûye. Parêzer Gulîzar Tûncer, bilêv kir ku Aktaş naşînin nexweşxaneyê û her diçe rewşa wî xirabtir dibe.
* Stenboliyan bilêv kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingeîn a demokratîk heye û gotin: "Di serî de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û big iştî jî ji bo tevahiya pirsgirêkan em qanûneke bingehîn a demokratîk û piralî dixwazin."
* Hevserokê Komeleya Reda Wijdanî Parêzer Gokhan Soysal, bilêv kir ku ji bo binpêkirinên mafan ên 30 redkarên wijdanî bi wan re rû bi rû mane serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dane.
* Par li Licê, 3 kesan bi çekê êrîşî karkerê înşeatê Remzî Varsak kiribû. Di êrîşê de Varsak bi giranî birîndar bibû. Lê belê der barê êrîşkaran de lêpirsîn nehat destpêkirin.
* Endamê Desteya Rêvebir a TMMOB'ê Cemalettîn Kuçuk, bilêv kir ku tevahiya Çiyayên Mûnzûrê wekî qada madenê hatine îlankirin.
* 19'emîn Mihricana Xweza û Çanda Mûnzûrê ya Dersîmê wê di roja 3'emîn de berdewam bike.
* Dayikên Şemiyê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê di hefteya 748'an de li Qada Galatasarayê aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Êlihê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê li Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Rêxistina Partiya Kesk a Çep a Navçeya Beyoglu ya Stenbolê wê têkildarî biryara der barê penaberan de li Komeleya Piştevaniya Koçberan (SGDD) şahiyekê li dar bixin. (13.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê li pêş Sumerbank a Berê ya Navçeya Konakê ya Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê di hefteya 383'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)
* Penaberên Sûriyeyî wê li Parka Fatih Saraçhane ya Stenbolê biryara Walîtiya Stenbolê şermezar bikin. (17.00)