Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: Emniyet çi vedişêre?

  • rojane
  • 15:18 23 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE - Parêzerê gazinçker Tonguç Tanturk, di rûniştina doza 10'ê Cotmehê de, diyar kir ku kujer heta 11 roj beriya komkujiya li Pirsusê hatiye guhdarkirin û beriya êrîşê dest ji guhdarkirina wî berdane. Prz. Erkan Unuvar, jî got “Cîgirê Midûrê şaxa TEM'ê çima îfadeya endamê DAIŞ'ê vedişêre?" 

6'emîn rûniştina doza komkujiya 10'e Cotmehê ya GAR'a Enqereyê di roja duyemîn de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berewam kir. Di rûniştina dozê de 19 bersûcên girtî, malbatên mexdûran, parêzerên mexûran û gelek kesên ji dervê bajar hatin dozê bişopînin li salonê amade bûn. Ji bo ewlehiyê gelek polîs û leşker li dora salonê amade bûn. Beriya nîvro parêzerê gazinçkeran axivîn. 
 
‘150 KES DÎLOKÊ BI RÊVE DIBE'
 
Parêzerê mexdûran Tonguç Cankurt, diyar kir ku dosyayên têkildarî dozê di nava aloziyê de tên hiştin û wiha got "Ji ber vê yekê bandora xwe li ser komkujiyan heye. Li dijî darizandina peywirdarê cemaweriyê em rastî dîrencekê tên. Serdozgere Komarê yê Enqereyê Ramazan Dinç der barê bersûcê firar Edremît Ture yê di dosyayê de tespîtan dike. Dîsa diyar dike ku tevî Yunus Durmaz ê xwe teqandiye yekîneya ji 150 kesan pêk tê Dîlokê bi rêve dibe. Ev fesleke di 4'ê Hezîrana 2014'an de teslîm kiriye. Lê dîsa heman Ramazan Dinç, salek û nîv şûnde ji bo kurê Edremit Ture Hasan Tayyip Ture bê binçavkirin û li mala wî lêgerîn bê kirin ferman daye. Di vê dosyayê de tevî ku bi sedan delîl der barê Edremit Ture de hene jî der barê Edremit Ture  de fezleke nehatiye amadekirin. Li gel ku Edremit Ture heye, der barê kurê wî de biryara binçavkirinê heye. Edremit Ture jî Kirikkale û kurê xwe bi rêxistin kiriye. Di vê dosyaya lêpirsînê de sersariya Dozger Ramazan Dinç  pir zêde ye. Lê hêj li Enqereyê Serdozgerê Komariyê dike." 
 
KUJERÊ PIRSÛSÊ HATIYE GUHDARKIRIN
 
Cankurt, destnîşan kir ku der barê Yunus Emre Alagoz  de belgeyek hatiye dosyayê û wiha axivî: “Yunus Emre Alagoz û gelek kesên li gel wî 2 meh berî komkujiya li Pirsûsê hatine guhdarkirin. Alagoz heta 11 roj beriya Komkujiya Pirsûsê û 3 meh beriya komkujiya 10'e cotmehê ya Enqereyê hatiye guhdarkirin. Lê beriya teqînan guhdarkirina wan hatiye qutkirin. Ev berpirsiyarî ser wê nayê girtin. Divê bê ronîkirin. Malbatên Endamên DAIŞ'ê li ber Wezareta Karên Derve çalakî pêk anîn. Diyar kirin ku ew dixwazin zarokên wan bên li Tirkiye bên darizandin. Ger ku darazek wisa hebe pir asayî ye ku DAIŞ’î bên li Tirkiye bên darizandin. Ji ber ku daraza Tirkiye hêvi dide wan. 
 
Parêzerê mexdûran Erkan Unuvar ji ber ku bersûc Yakup Şahin di rûniştina duh de ne amade bû îro pirsên xwe pirsîn. Unuvar diyar kir ku li gorî qeydên HTS'ê Şahîn di 26'ê Îlona 2015'an de li Midûriyeta Polîsan a Dîlokê geriya ye û ji Şahîn pirsa "Tu çima li Midûriyeta Polîsan geriya." Şahîn jî got 'Naxwazim bibersivînim'. Şahin pirsên din jî bê bersîv hişt. 
 
CÎGIRÊ MIDURÊ POLÎSAN ÇI VEDIŞÊRE? 
 
Prz. Ahmet Ozdel, diyar kir ku Beyazit Bestami Duman û Tahir Sariişik hatine guhdarkirin û wiha got: "Me duh li polîsê şahid guhdar kir. Tahir Sariişik weki bersûcekî ne girîng hat dîtin. Lê piştî çend pirsan xwe vekir. Hat dîtin ku agahiya wan ji hev heye. Di îfadeyên Beyazıt Bestami Duman de balkêşî heye. Cîgirê Midûrê Şaxa TEM'ê çima îfadeya endamê DAIŞ’ê vedişêre? Çi diparêze. Çi ji me vedişêre?" Çima endamên DAIŞ'ê tên Tirkiye. Çima dixwazin li Tirkiye bên darizandin." 
 

Sernavên din

25/11/2017
11:32 'Jin di qada cemaweriyê de rastî tundiyê tên'
11:19 Saziyên navneteweyî fikir dan DMME'ê: Girtina wekîlan binpêkirina mafan e
11:19 Polîsan gelek kes li Îskenderunê binçav kirin
10:37 Platforma Jinan: Jinên Şengal û Reqayê bûn hêviya jinan
10:26 Bostan: Welatek di bin tecrîdê de ye
10:26 Kedkarên malan di 25'ê Mijdarê de li kolanan e
10:25 Seroka KADUM’ê: Bila desteka hiqûqî ji bo jinan bê temînkirin
10:03 Koordînasyona Rojava xwest Tirkiye êrîşan rawestîne
09:34 2 hezar koçber li benda alîkariyê ne!
09:31 Karkera Realê: Beramberiya keda 17 salan ‘birçîtî’ ye
09:10 ‘Naxwazin Ocalan ji mirovan re bibe ronahî’
09:09 300 sal in qonaxa dîrokî îhtişama xwe diparêze
09:08 ‘Jin herî baş xwe bi hunerê îfade dike’
09:07 Elewiyan îşaretkirina deriyan şermezar kirin
09:06 Krîza aborî tenê bandorê li sergînan nekiriye!
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2017'AN
24/11/2017
22:48 Ji ber parvekirinên medyaya civakî 16 kes hatin binçavkirin
22:37 Amediyan li Pale Hunerê temaşeyî fîlmê ‘Kollektivet’ê kir
22:27 KCD’ê li Cizîrê serdana saziyên civaka sivîl kir
21:55 Li Meletiyê êrîşî komeleya ermenan kirin
20:31 Rojnameger Aşan hat berdan
19:32 Polîsan avêt ser mala Çekwar Çûbûk: Kekê wî hat binçavkirin
17:31 Piştî xwişka wan hat kuştin têkoşîna jinan nas kirin
16:25 Jinan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin
15:40 'Guleya ku Tahîr Elçî kuşt ji çeka zarokên baş derket?'
15:02 KADUM: Di 5 salan de hezar û 285 jin hatin kuştin
14:47 Li Yukselê 381 roj e çalakî didome: Baş e ku Nuriye tu hatî dinê!
14:24 Hunermenda NÇM'ê hat binçavkirin
14:12 5 girtiyên li Şakranê xistin 'qefesa têlînî'
14:04 Waliyê Edîrneyê daxwaza dadgehê red kir
13:48 Li Amedê 10 siyasetmedar hatin girtin
12:52 Polîsan li Semsûrê êrîş titûnvanan kir û gelek kes birîndar bûn
12:50 Altiparmak: DMME dixwaze riya hiqûqa navxweyî dirêj bibe
12:49 Serokê PSAKD’ê: Dixwazin Elewiyan koç bikin
12:44 Cenazeyê Oz a li Cizîrê hat kuştin 21 meh şûnde teslîm kirin
12:20 Malbatan gorên zarokên xwe yên Qeyûmê xera kirin ji nûve ava kirin
12:14 Kemalbay: Pêwistiya me bi têkoşîna civakî ya jinê û hevgirtinê heye
11:51 Di kana komirinê de karkerek mir
11:34 Li Amedê kesek hat kuştin û 3 hatin binçavkirin
11:30 8 kes li Bursayê û 14 kes ji li Enqerê hatin binçavkirin
11:04 Yek jî teamên herî xweş ên Bazîdê: Kifteyên Evdîgorê
11:03 Suryaniyên vegeriyan gundê xwe: Zeviyên me bidin me
11:02 Zeytûnên Nîzîpê ji ber zuhabûnê hişk bûn
10:59 Dadger parastina Erebî û Kurdî wekî 'parastina xerab' pênase kir
10:45 Cenazeyê kesên li Bestayê jiyana xwe ji dest dan li ku ne?
10:28 Di 'Trom'ê de hezkirin, tenêmayîn û têkoşîna jiyanê derket pêş
09:58 Wekîla HDP'ê Îrmez: Min ji bo Taybet Wezîr agahdar kir
09:57 Sewalkar îsal kayê peyda nakin
09:12 Bazara qazên Qersê li ber girtinê ye
09:11 'Dê kesên di GEMÎ’yê de xelas bibin'
09:10 ‘Divê li DMME’yê giliyê CPT’yê bê kirin’
09:08 Wezîrê AKP'ê yê berê: Doza Zarrab hin derdoran bêzar dike
09:07 Kaniyên li taxên kurdan nayên nûkirin
09:06 Jin bi Muay Thaî parastina çewherî dikin
09:04 Girtiyê ji sedî 100 astengdar bernadin
09:01 Dozger 90 sal ceza ji rojnameger Alayumat û Akman re xwest
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2017'AN
23/11/2017
22:06 Li Farqînê 3 kes hatin girtin
21:06 Li Wanê qeyûm 6 karker ji kar avêtin
19:26 Cenazeyê meleyê gund li qeraxa rê hat dîtin
17:09 Ji bo mitînga TJA ya Wanê destûr hat dayîn
16:52 Li Silopiyê êrîşî maşîna zirxî hat kirin: 2 leşker birîndar bûn
16:04 Ket greva birçîbûnê 227 lîra cezayê para lê birîn
16:00 Serlêdana 250 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:40 Bîlgen: Gotina bila kurd nebin, tê wateya bila xwîn zêdetir birije
15:18 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: Emniyet çi vedişêre?
15:06 Ji bo Gokçek der barê Demîrtaş de fezleke amade kirin
14:48 Ji Tuncel peyama 25’ê Mijdarê: Îtîraz têrê nake divê alternatîf hebin
14:39 Polîsan li Yukselê 5 kes binçav kirin
14:02 7 sal in bi tena serê xwe vê tesîsa qerase bi rê ve dibe
13:59 'Mêraniya di civakê de tê parastin û tê pîrozkirin'
13:58 Têkoşîna jinên Reqqa azad kirin kir fîlm
13:56 'Heta roja mamosteya tê pîrozkirin, bila şertên wan bên başkirin'
13:55 Cotkar êdî nikarin mazotê bikirin
13:24 Karkerê karê xwe dixwaze hat binçavkirin
13:14 Geverî mirina leşkerê ji Wanê bir meclisê
13:13 Rojnameger Demîr ê hempîşeyên xwe bibîr anî doz lê vebû
13:12 Xetereya jiyanî ya Rûken Cansiri didome
12:57 250 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Hesabê TJA’yê hat rawestandin
12:53 Doza parazvanê mafê mirovan Bîlîcî taloq kirin
11:54 Prz. Yurekli: Îmralî bûye pergala bê hiqûqê
11:43 7 sal û 6 meh ceza dan hevjînê Remziye Bor
11:22 Polîsan li Cizîrê kesek binçav kir
11:22 Li 8 gundên Sêrtê 'qedexe' hat îlankirin
10:19 Di du mehan de Tirkiye li sînorê Efrînê çi kir?
09:52 Hevjînê Taybet: Şeva bûyerê em gelek caran li 155’an geriyan
09:51 Gelo wê ev car Cinêv karibe ji bo Sûriyeyê formuleke hevsengiyî peyda bike?
09:50 Fîlmê komuna Danîmarkayê ‘Kollektivet’ wê li Amedê bê nişandan
09:49 2-3 sal şûnde li Tirkiye dê sewalkarî bi dawî bibe
09:22 ‘Êrîşa li dijî jin û xwezayê heman hişmendî ye'
09:21 Di avahiya yek odeyî de zivistanê pêşwazî dikin
09:21 Kevirê Oltiyê hêj rastî eleqeyek mezin tên
09:20 Koçeran xwe berda quntarên Bagokê
09:19 Karmenda hat îhrackirin niha findan difiroşe
09:00 23 MIJDARA 2017'AN
08:43 Gund û mezrayek Farqînê hatin qedexekirin
22/11/2017
20:01 Pûtîn: Bila Sûriye bi xwe qedera xwe diyar bike
19:29 Maşîna zirxî ya polîsan zarokeke din birîndar kir
17:14 Jinan banga tevlêbûna mîtînga 25'ê mijdarê kirin