ENQERE - Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li dadgehê berdewam dike. Yuksekdag, di danişînê de diyar kir ku ne ji kurdan bûna wê pergalê hebûna xwe berdewam kiribûya û li ser helwesta partiyên muxalif ên li meclîsê ya li hemberî pirsgirêka Kurd û pirsa "Gelo partiyênk li meclîsê CHP, ÎP û partiyên din wê li pirsgirêka Kurd xwedî derkevin?" pirsî.
14’emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê didome. Danişina Yuksekdag bi parastinê didome. Yuksekdag di danişîne de bal kişand ser helwesta CHP, ÎP û partiyên nû û wiha got: "Gelo CHP, ÎP û partiyên din wê li meclisê li pirsgirêka Kurd xwedî derkeve?"
Yuksekdag, anî ziman ku HDP’ê û Kurdan di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'ê Heziranê de rolek pir krîtîk danî ser milê xwe û wiha got: "HDP'ê ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû kesan edalet xwest. Ger ku HDP Kurdan di vê hilbijartinê de vîna xwe nîxan nedana, vê pergalê wê hebûna xwe berdewam kiribûya. HDP'ê û gelan di vê hilbijartinê re rolek krîtik lîst. Divê gelê me di nava têkoşîna demokrasiyê de cihêxwe bigire. Bi tevlêbûna hemû gelan welatekî demokratîk dikare bê avakirin. Ger ku zimanekî demokratîk bê parastin dikare ruhekî şewirmendiyê bê avakirin. Zimanê siyasetê yê nifrînê bêtir civakê perçe dike û tîne beramberî hev. Aştiya civakê bi vî zimanî zerarê dibîne. Ev zimanê AKP-MHP’ê ye. Polîtîkayên zextan ên li ser hevalên me berdewam dike. Dixwazin îtîfaqa gelan tune bikin."
‘DIVÊ EM BI HÊZ BIMEŞIN'
Yuksekdag, anî ziman ku polîtikayên îktîdarê di serî de jinan, hemû qadên jiyanê yên mirovan û ruhê jiyanê îşgal dike û wiha got: “Îktîdara siyasî qada ku mirov nefes lê bistîne nehişt. Rêveberiyek wisa nabe. Ji bo em edaleta civakî pêş bixin, divê em ji berê bêtir bi hez bimeşin. Divê di qada civakî de edalet pêş bikeve. Edaleta li Stenbol pêş dikeve divê li Amedê jî pêş bikeve. Yên dildarên HDP’ê ji dil û can xebitîn. Em dixwazin edalet cihe xwe bibîne. Me li Stenbolê bi hevre qezanc kir."
‘BILA ÎKTÎDAR NEKEVE RÊYÊN XWAR'
Yuksekdag, bibîr xist ku ji ber di nava muzakereyên bi Abdullah Ocalan re hatin meşandin de cih girt, hatin darizandin û wiha got: "Tişta me berê kir em niha jî înkar nakin û em li pey wê ne. Ji ber ku me her tişt ji bo aştiyê kir. Me xwest her tişt pir bi zelalî bê dîtin. Piştî îktîdara siyasî hevdîtinên bi Îmraliyê re bi dawî kirin em hatin darizandin. Ji ber me fikrên Ocalan anîn ziman em tên darizandin. Lê piştî 4 salan neçar man ku tecrîda li Îmraliyê rakirin. Îktîdarê ji bo berjewendiyên xwe destûr da ku bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Ji ber ku me peyamên Ocalan parve kirin em nayên darizandin. Divê îktîdar nekeve rêya xwar."
PARLAMENTO WÊ LI PIRSGIRÊKA KURD XWEDÎ DERKEVE?
Yuksekdag ji îktîdara siyasî xwest ku pêvajoya çareseriyê êdî ji lîstikê derxe û wiha lê zêdekir: "Civaka Kurd ji îktîdarê û civaka rojava re got 'Êdî werin ser hişê xwe. Em bi hevre pirsgirêka Kurd çareser bikin' Divê her kes bifikire û bi hevre gavan bavêjin. Gelo CHP, İYİ Partî û partiyên din wê li pirsgireka Kurd xwedî derkevin? Ger ku pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin carek din navêjin 'Stenbol' Êdî îktîdara siyasî temenê wê xelas bûye. Bînalî Yildirim li ser navê Kurdistan, Lazistanê polîtîka meşand. Lê ev yek nebû çareserî.
Di çîroka Komara Tirkiye de Eyaleta Kurdistan û Lazistanê hebû. Ya herî nêzîkî Mustafa Kemal Ataturk gelê Kurdistan û Kurd e. Hemû cîhan dostê kurdan e. Kurd dizanin ku hêzên emperyalîst ne dostê wan in. Îro geşedanên pir girîng li Rojava pêş dikevin. Li gel vê yekê îktîdara siyasî li şûna bi hêzên herêmê re bibe dost bi wan re dibe dijmin û bi hêzên dagirker re dibe dost. Heta deynê dîrokê nedin tu pirsgirêk nayê çareserkirin."