NAVENDA NÛÇEYAN – Hesabê Twîtterê yê serwîsa kurdî ya ajansa me hat hackkirin.
Hesabê Twîtterê yê Ajansa Mezopotamya (MA) yê beşa kurdî hat hackkirin. Piştî hackirina hesabê hesabê me ya bi navê “"@MA_Ajans" guhertin û hin parvekirinên me jê birin.
Hesabê me yê ib navê "@MA_Ajans" wek hesabê bi navê "@MA_Kurdi_" hat guhertin û parvekirina dike. Em ji raya giştî re radigihînin ku parvekirinên li ser navê me bê kirin jî pêwendiya me pê re nîne.