Berdevkê HDP’ê: Çi bû karê we bi penaberên Sûriyeyê qediya gelo?

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay têkildarî biryara hikumetê ya derbarê dersînorkirina penaberan de axivî û got: “Çi bû karê we bi penaberên Sûriyeyê qediya gelo?” 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijaran nirxand. 
 
Kubîlay di destpêk axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên binçavkirina HDP’iyan û got: “Li dijî endam, rêveber û hevşaredarên me zext û bêhiqûqî didome. Hevşaredarê me yê Nisêbînê Ferhat Kut, hevşaredara me ya Bismilê Gulşen Ozer, encûmenên şaredariyên me û rêveberên me hêj di binçavan de ne. Em bang dikin hevalên me demildest berdin. Îktîdara AKP’ê dixwaze heyfa hilbijartinên 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê ji HDP’iyan hilîne. Îktîdar dixwaze HDP’iyan ceza bike.” 
 
‘ÊRÎŞÊN NIJADPEREST DERKETINE ASTA HERÎ JOR’ 
 
Kubîlay bal kişand ser êrîşên nijadperestî yên li Tirkiyeyê û bûyera li Trabzonê ya li dijî kurdan û got: “Di rojên dawî de êrîşên nijadperest zêde dibin derketine asta herî jor. Çend roj berê li Trabzonê êrîşê kurdên Başûrê Kurdistanê kirin. Ev êrîş ji bilî zimanê nijadperest ê siyasetê wêdetir ne tiştekî dine. Tenê ev bûyer ne li Trabzonê pêk tê. Her roj li rojavayê Tirkiyeyê bi gelek bûyerên wisa xemgîn diqewimin. Li dijî Kurd û çanda kurdî êrîş derketine asta jor.” 
 
‘ÇI BÛ KARÊ WE BI PENABERÊN SÛRIYEYÊ QEDIYA GELO?’ 
 
Kubîlay da zanîn ku êrîşên nijadperest bi heman rengî li dijî penaberên ji Sûriyeyê jî pêk tên û didomin û got: “Bi van êrîşan re carek din durûtiya îktîdarê ya li hember penaberan xwe da eşkerekirin. Îro penaberan li bajaran kom dikin, qedexe datînin pêşiya wan û dixwazin dersînor bikin. Ew yên penaberan dersînor dikin ne ew kesên ku digotin ‘em tevgera Ensar in, em hembêza xwe ji xwişk û birayên xwe yên Sûriyeyê re vedikin.’ Çi bû karê web i penaberên Sûriyeyê xilas bû? Ferasetek wisa siyasî ewqas riyakar, ewqas berjewendperest û ewqas bêrêgez dibe gelo?” 
 
REWŞA ABORΠ
 
Kubîlay bal kişand ser krîza aborî, bêkarî û feqîriyê û got: “Lazime em hemû ji vê birêveberiya aborî û rewşa talan a aboriyê re bêjin raweste.” 
 
‘BÊÇARE NE’ 
 
Kubîlay bal kişand ser amadekariyên operasyonek berfireh a Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Rojava û got: “Sewqiyat û amadekariya van operasyonan bêçaretiya wan nîşan dide. Dixwazin vê bêçaretiya xwe bi van operasyonan kamufle bikin. Çareseriyê di êrîşa dersînor de dibînin. Bi provokasyonan dixwazin bingeha êrîşan amade bikin. Wê ev êrîş dilê gelên Tirkiyeyê biêşînin. Destwerdana li dijî Rojava ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê ye.” 
 
‘HER KES JI BO AŞTIYÊ AMADE YE’ 
 
Kubîlay da zanîn ku hefteya bihûrî li Amedê bi hezaran kes xwedî li aştî û demokrasiyê derketiye û her kesî bi yek dengekî daxwaza jiyanek hevpar, aştiyek bi rûmet û çareseriya demokratîk anî ziman. Kubîlay got ew her kesî vedixwînin ku di nava têkoşîna îtîfaqa demokrasiyê de cih bigirin. 
 

Sernavên din

27/07/2019
10:31 Polîsê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
09:06 Serokomar Rektorê 11 zanîngehan guhert
09:06 Tevahiya Çiyayên Mûnzûrê kirin qada madenê!
09:05 Kesên bi çekê birîndar kirin, der barê wan de lêpirsîn nehat vekirin
09:05 30 redkarên wijdanî serî li AYM'ê dan
09:04 Stenbolî: Em qanûneke bingehîn a demokratîk û pralî dixwazin
09:03 Parêzer: Girtiyê nexweş naşînin nexweşxaneyê
09:03 'Bi nîqaşên der barê nefeqeyê de dixwazin nasnameya jinê tune bikin'
09:02 Rêveberiya girtîgehê guh neda biryara Dadgeha Bilind
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2019'AN
26/07/2019
16:58 Bersûcê fîrar ê doza Dînk hat girtin
16:48 4 roj in xwe nagihînin cenazeyê welatiyê fetisî
16:24 Yoldaş ê di bin çavan de rastî îşkenceyê hat emeliyat kirin
15:51 'Em ê pêşiya qatilan bernedin’
15:03 Li Şirnexê starta kampanyeya "Ji bo azadiyê tu jî rabe ser piyan" hat dayîn
14:48 Şaredariya Sûrê dîsa vedigere xizmeta ‘pirzimaniyê’
14:32 Yuksekdag: Ne Kurd bûna wê pergalê hebûna xwe berdewam kiribûya
14:21 Walîtiya Dersimê belgefîlma Dayikên Şemiyê qedexe kir
14:18 Hesabê me yê Twîtterê hat hackkirin
14:09 12 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:09 Berdevkê HDP’ê: Çi bû karê we bi penaberên Sûriyeyê qediya gelo?
13:42 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê li ser nivînekê 3 kes radizin
13:21 Li Çelê eskerek hat kuştin
12:47 Qeyûmê Sûrê bi 110 hezar lîreyî lastîk ji maşîneya xwe zirxî re kiriye
12:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
12:35 Erdogan: Em nerîna xwe ya Herêma Ewle diparêzin
11:58 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Danişîna Yuksekdag dest pê kir: Yên xwestin me tesfiye bikin, bixwe tesfiye bûn
11:26 DÎSKÎ’yê hişyariya qûtkirina avê da
10:53 Dersimî: Ev festîval nabe bersiva tiştê em dijîn
10:42 Li Amedê welatiyek hat binçavkirin
10:39 Wesayîta polîsan rastî êrîşê hat
10:30 Hunermendên ku konsera wan hat betalkirin: Kurdî tehamul nakin
09:55 Çelîk: Bê ruhsat û destûr çawa mizgefê ava dikin?
09:14 Huda Kaya: Eger Tirkiye mudaxileyî Rojava bike wê DAIŞ cardin aktîf bibe
09:14 Qeyûmê bi hilbijartinê çû, ji şaredariyê lîsteya karkeran xwest
09:13 Karkerên ji kar hatin avêtin: Werin em mil bidin milê hevdu
09:12 Li Rihayê di nava 6 mehan de 378 zarok rastî tecawîzê hatin
09:11 Bi kargeriya rîşalê hunerê hildiberînin
09:10 Rojnameger Stelya: Israra Tirkiye ya sontajên li Akdenîzê wê aloziyê kûr bike
09:10 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl cara sêyemîn rastî tofana kêzikan tê
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:37 Nûçegîhanê ROJNEWS'ê yê Biradostê 6 rojin di bin çavan de ye
25/07/2019
16:00 Di 2018'an de li Tirkiyeyê 11 hezar û 629 zarok mirin
Bajarê Mêrdînê li Tirkiyeyê di rêza duyemîn de ye
14:54 TMMOB: Biryara Kent Ormani rawestînin
14:41 2 kesên li Lîcê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:31 Binçavkirinên li Mêrdînê hatin şermezarkirin
14:18 Festîvala Çand û Xwezayê ya Dersimê dest pê kir
13:49 Girtiyê nexweş Kizilkan hat definkirin
12:52 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
12:05 Tîraja rojname û kovaran ji sedî 17,6 kêm bûye
12:04 Serokê AYM’ê: Pêdivî bi hinek guhertinên qanûnî hene
12:04 12 kes li Îzmirê hatin binçavkirin
11:44 Koordinasyona Heskifê der barê şewata Heskifê de daxuyanî da
11:43 Jinek li Kocaelî hat kuştin
11:26 DYA, QSD û koalîsyon dibêje ‘herêma ewle’ Tirkiye jî dibêje ‘bila di kontrola min de be’
11:13 Dê weke ‘berpirsiyarê KCK’ê’ yê gundek xeyalî bê darizandin!
10:36 Li Lapsekî jinek hat qetilkirin
10:31 Li herêma operasyonê şewat: Keriyek pez şewitî
10:28 Tumuklu: Rojava deriyê şoreşa sedsala 21’ar vekir
10:02 Kavilên xaniyên tên rijandin eraziyên çandiniyê qirêj dikin
09:43 ‘Em ê bi her awayî li dijî hilweşandina Heskîfê derkevin’
09:21 Tirkiye ji bo xwe ji krîza aborî rizgar bike bi PDK’ê re li hev kir
09:19 Karataş: Tirkiye li Sûriyeyê di tengayiyê de ye
09:18 Li kuçe û kolanên Amedê cardin çalakiyên çandî
09:17 ‘Di cinayetên jinan de sedema sereke tê berevajîkirin'
09:17 Waniyan bertek nîşanî qedexekirina konsera Mem Ararat dan
09:16 Karkerên kaxizan kom dikin: Hêza li ser serfxwariyê bijî mahkûmê krîza aborî ye
09:15 ‘Sedemê krîza aborî ya li Dersimê koçberî û bêmirovkirin e’
09:14 Esnafên jin ên Wanê: Karê me nabe, em di zorê de ne
09:13 10 meh in cenaze nadin malbatê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2019'AN
24/07/2019
20:54 Girtiyê nexweş Kizilkan jiyana xwe ji dest da
19:33 Li Amedê êrîşî navendeke polîsan kirin
16:04 Ji Temel ê HDP'ê ji bo 24'ê Tîrmehê peyama Huseyîn Aykol
15:53 Şaredariya Çinarê kursa du zimanî ji bo jina vekir
15:06 TÎHV: Bila dersînorkirina bi zorê û komî bê rawestandin
13:41 Serdana goristanê xistin ber lêpirsînê
13:40 Li Kurdistana Federe DAIŞ’î li ‘kampek taybet’ hatin bicihkirin
13:32 Hakan Atîlla hat Tirkiyeyê
13:07 Hejmara binçavkiriyên li Mêrdînê derket 5’an
11:45 ÎRA: Azadiya çapemeniyê tune, 152 rojnameger girtî ne
11:21 Hevşaredarên Nisêbîn û Bismilê hatin binçavkirin
11:20 Mihrîcana Dersimê dest pê dike
11:20 Li Aydinê 64 JES’ên nû derxistin îhalê
10:30 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut hat binçavkirin
09:39 Temellî: Gava yekemîn a rêya sêyemîn makeqanûna demokratîk e
09:38 Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê hat binçavkirin
09:18 Li Sîweregê hosteyê kulav ê dawî: Hewl didim vî pîşeyî bidim jiyîn
09:17 Di şûna cotkar û karkeran de navbeynkar qezenc dikin
09:15 Ji rojnamegerên astengdar peyama 24'ê tîrmehê: Rojnamegerî xizmeta civakî ye
09:14 Şivanê 30 salin di nava xwezayê de dijî bûye perçeyek xwezayê
09:14 Nasnameya ‘zilam’ ferzî Akgun a LGBTÎ ya girtî kirin
09:13 Karkerên tekstîlê yên ji kar hatin avêtin banga piştevaniyê kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:45 Maşina polîsan a zirxî li Amedê rastî êrîşê hat
23/07/2019
21:14 Endamên KCD û KÎD'ê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Rêyên gundên Sêrtê di bin bendava Ilisû de man
20:12 Cenazeyê Mucahît Yilmaz nedan malbatê
19:58 Li 15 gundên Bedlisê qedexeya derketina derve îlan kirin