AMED - Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, diyar kir ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê li ser nivînekê 3 nexweş tên dermankirin
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel, debarê kêmbûna hejmara bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên li Amedê de, pirsname da Meclîsê ku Wezîrê Karê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bi bersivîne.
Guzel di pirsnameya da de wiha got: “Nifûsa Amedê mîlyonek, 732 hezare. Lê li gorî tê xwestin hejmara bijîşkên pispor û xebatkarên tenduristiyê pir kême. Li gel ku diviya bû hejmara bişîşkan hezar û 758 be, ev hejmar hezar û 242 ye. Li nexweşxaneyan bijîşkên pispor nayên dîtin û welatî neçar dimînin ku biçin bajarên derdorê û li wir bên dermankirin.”
Guzel, diyar kir ku di Serwîsa Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê de li ser nivînekê 3 nexweş tên dermankirin û ev tişt gotin: “Ji ber ku hejmara xebatkarên tenduristiyê kême, nexweş nikarin randevû bigirin û welatiyê bi saetan di rêzê de dimînin. Ev jî dibe sedem ku welatî mexdûr bibin û mafê wan bên binpê kirin.”
Guzel ji bo ku Wezîrê Tenduristiyê Koca bersiv bide ev pirs pirsîn:
“ *Agahiya we ji mexdûriyetên welatiyan heye?
* Hûn hejmara kên a bijîşkên pispor ên li Amedê çawan dinirxînin?
* Li nexweşxaneyên dewletê yên Amedê, xebatkarên tenduristiyê çiqas kêmin?
* Hûnê vê rewşê dinava xwede binirsînin an na?”