Ji Tuncel peyama 25’ê Mijdarê: Îtîraz têrê nake divê alternatîf hebin

  • jin
  • 14:48 23 Mijdar 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel a girtî, bi boneya 25’ê Mijdarê ji jinan re peyam şand û wiha got: “Tenê îtîraz û redkirin têrê nake. Pergala ku em îtîraz dikin, divê li dijî wê pergaleke me ya nû hebe.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a girtî, bi bonaya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî peyam ji jinan re  şand. Peyama Tuncel a ji Girtîgeha Hêjmara 1 a Tîpa F a Kandiraya Kocaelî şand û di JIN NEWS'ê de hat weşandin wiha ye: 
 
Tevgerên jinên li Kurdistanê û Tirkiyê ji mêj ve ye li dijî komkujiya jinan û ji bo têkoşîna dijî şer were dîtin û hevgirtina jinê were geşkirin bang dikin. Em jinên di zindanan de, ji mekanên ku tundiya dewleta baviksalar bi awayekê herî pergalî tê jiyîn deng didan dengê jinan. Em hemû jinên ku li dijî faşîzmê li ber xwe didin bi hezkirin slav dikin.
 
DIVÊ JIN JIYANEK ALTERNATÎF AVA BIKIN 
 
Heta ku di qada polîtîk de serkeftin nebin di tu qadê de serkeftin ne pêkan e. Daxwaza azadiyê ya jinan polîtîk e. Li dijî pergala hiyerarşîk, desthilatdarî, yekparêz a zilamê serwer divê em têbikoşin û jin bi perspektîfa azadîxwaz a pergala wan a jinê xwe rêxistin bikin. Ji ber vê yekê jin neçarin ku alternatîfa jiyanek nû ava bikin û pêşkêşî mirovahiyê bikin. 
 
AKP’Ê PÊVAJO TÊK BIR
 
Ên ku maseya muzekereyê qulibandin, Tirkiye ber bi kaos û krîzeke ve bir AKP bi xwe ye. Zemîna wê hişmendiya ku Tirkiye ber bi kendalan ve birin ew polîtîkayên bi dijminatiya Kurdan e. Ev rewş bandorê ne tenê li Kurdan, li hemû gelên Tirkiyê dike. Ji bo vê jî girîng e ku jin ji polîtîkayên şer re bibêjin êdî bes e, pêşengiya vê bikin û mafê xwe yê jiyanê û siberojê biparêzin.
 
BERXWEDANA JINÊN KURD GIRÎNG E 
 
Em jinên Kurd bi salan e bi gelê xwe re li dijî zilma li ser me li berxwe didin. Em li dijî her cûre hînbûnên pergala zilam-serwer a li ser jinê, li dijî vê hişmendiyê û tundiyê em ê li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Hemû jinên ku di têkoşîna dijwar û domdirêj de cihê xwe digirin bi hezkirin û rêz bi bîr tînim. Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li  Ser Jinên Navneteweyî em piştevanê didin jinên berxwedêr."
 

Sernavên din

25/11/2017
11:32 'Jin di qada cemaweriyê de rastî tundiyê tên'
11:19 Saziyên navneteweyî fikir dan DMME'ê: Girtina wekîlan binpêkirina mafan e
11:19 Polîsan gelek kes li Îskenderunê binçav kirin
10:37 Platforma Jinan: Jinên Şengal û Reqayê bûn hêviya jinan
10:26 Bostan: Welatek di bin tecrîdê de ye
10:26 Kedkarên malan di 25'ê Mijdarê de li kolanan e
10:25 Seroka KADUM’ê: Bila desteka hiqûqî ji bo jinan bê temînkirin
10:03 Koordînasyona Rojava xwest Tirkiye êrîşan rawestîne
09:34 2 hezar koçber li benda alîkariyê ne!
09:31 Karkera Realê: Beramberiya keda 17 salan ‘birçîtî’ ye
09:10 ‘Naxwazin Ocalan ji mirovan re bibe ronahî’
09:09 300 sal in qonaxa dîrokî îhtişama xwe diparêze
09:08 ‘Jin herî baş xwe bi hunerê îfade dike’
09:07 Elewiyan îşaretkirina deriyan şermezar kirin
09:06 Krîza aborî tenê bandorê li sergînan nekiriye!
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2017'AN
24/11/2017
22:48 Ji ber parvekirinên medyaya civakî 16 kes hatin binçavkirin
22:37 Amediyan li Pale Hunerê temaşeyî fîlmê ‘Kollektivet’ê kir
22:27 KCD’ê li Cizîrê serdana saziyên civaka sivîl kir
21:55 Li Meletiyê êrîşî komeleya ermenan kirin
20:31 Rojnameger Aşan hat berdan
19:32 Polîsan avêt ser mala Çekwar Çûbûk: Kekê wî hat binçavkirin
17:31 Piştî xwişka wan hat kuştin têkoşîna jinan nas kirin
16:25 Jinan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin
15:40 'Guleya ku Tahîr Elçî kuşt ji çeka zarokên baş derket?'
15:02 KADUM: Di 5 salan de hezar û 285 jin hatin kuştin
14:47 Li Yukselê 381 roj e çalakî didome: Baş e ku Nuriye tu hatî dinê!
14:24 Hunermenda NÇM'ê hat binçavkirin
14:12 5 girtiyên li Şakranê xistin 'qefesa têlînî'
14:04 Waliyê Edîrneyê daxwaza dadgehê red kir
13:48 Li Amedê 10 siyasetmedar hatin girtin
12:52 Polîsan li Semsûrê êrîş titûnvanan kir û gelek kes birîndar bûn
12:50 Altiparmak: DMME dixwaze riya hiqûqa navxweyî dirêj bibe
12:49 Serokê PSAKD’ê: Dixwazin Elewiyan koç bikin
12:44 Cenazeyê Oz a li Cizîrê hat kuştin 21 meh şûnde teslîm kirin
12:20 Malbatan gorên zarokên xwe yên Qeyûmê xera kirin ji nûve ava kirin
12:14 Kemalbay: Pêwistiya me bi têkoşîna civakî ya jinê û hevgirtinê heye
11:51 Di kana komirinê de karkerek mir
11:34 Li Amedê kesek hat kuştin û 3 hatin binçavkirin
11:30 8 kes li Bursayê û 14 kes ji li Enqerê hatin binçavkirin
11:04 Yek jî teamên herî xweş ên Bazîdê: Kifteyên Evdîgorê
11:03 Suryaniyên vegeriyan gundê xwe: Zeviyên me bidin me
11:02 Zeytûnên Nîzîpê ji ber zuhabûnê hişk bûn
10:59 Dadger parastina Erebî û Kurdî wekî 'parastina xerab' pênase kir
10:45 Cenazeyê kesên li Bestayê jiyana xwe ji dest dan li ku ne?
10:28 Di 'Trom'ê de hezkirin, tenêmayîn û têkoşîna jiyanê derket pêş
09:58 Wekîla HDP'ê Îrmez: Min ji bo Taybet Wezîr agahdar kir
09:57 Sewalkar îsal kayê peyda nakin
09:12 Bazara qazên Qersê li ber girtinê ye
09:11 'Dê kesên di GEMÎ’yê de xelas bibin'
09:10 ‘Divê li DMME’yê giliyê CPT’yê bê kirin’
09:08 Wezîrê AKP'ê yê berê: Doza Zarrab hin derdoran bêzar dike
09:07 Kaniyên li taxên kurdan nayên nûkirin
09:06 Jin bi Muay Thaî parastina çewherî dikin
09:04 Girtiyê ji sedî 100 astengdar bernadin
09:01 Dozger 90 sal ceza ji rojnameger Alayumat û Akman re xwest
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2017'AN
23/11/2017
22:06 Li Farqînê 3 kes hatin girtin
21:06 Li Wanê qeyûm 6 karker ji kar avêtin
19:26 Cenazeyê meleyê gund li qeraxa rê hat dîtin
17:09 Ji bo mitînga TJA ya Wanê destûr hat dayîn
16:52 Li Silopiyê êrîşî maşîna zirxî hat kirin: 2 leşker birîndar bûn
16:04 Ket greva birçîbûnê 227 lîra cezayê para lê birîn
16:00 Serlêdana 250 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:40 Bîlgen: Gotina bila kurd nebin, tê wateya bila xwîn zêdetir birije
15:18 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: Emniyet çi vedişêre?
15:06 Ji bo Gokçek der barê Demîrtaş de fezleke amade kirin
14:48 Ji Tuncel peyama 25’ê Mijdarê: Îtîraz têrê nake divê alternatîf hebin
14:39 Polîsan li Yukselê 5 kes binçav kirin
14:02 7 sal in bi tena serê xwe vê tesîsa qerase bi rê ve dibe
13:59 'Mêraniya di civakê de tê parastin û tê pîrozkirin'
13:58 Têkoşîna jinên Reqqa azad kirin kir fîlm
13:56 'Heta roja mamosteya tê pîrozkirin, bila şertên wan bên başkirin'
13:55 Cotkar êdî nikarin mazotê bikirin
13:24 Karkerê karê xwe dixwaze hat binçavkirin
13:14 Geverî mirina leşkerê ji Wanê bir meclisê
13:13 Rojnameger Demîr ê hempîşeyên xwe bibîr anî doz lê vebû
13:12 Xetereya jiyanî ya Rûken Cansiri didome
12:57 250 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Hesabê TJA’yê hat rawestandin
12:53 Doza parazvanê mafê mirovan Bîlîcî taloq kirin
11:54 Prz. Yurekli: Îmralî bûye pergala bê hiqûqê
11:43 7 sal û 6 meh ceza dan hevjînê Remziye Bor
11:22 Polîsan li Cizîrê kesek binçav kir
11:22 Li 8 gundên Sêrtê 'qedexe' hat îlankirin
10:19 Di du mehan de Tirkiye li sînorê Efrînê çi kir?
09:52 Hevjînê Taybet: Şeva bûyerê em gelek caran li 155’an geriyan
09:51 Gelo wê ev car Cinêv karibe ji bo Sûriyeyê formuleke hevsengiyî peyda bike?
09:50 Fîlmê komuna Danîmarkayê ‘Kollektivet’ wê li Amedê bê nişandan
09:49 2-3 sal şûnde li Tirkiye dê sewalkarî bi dawî bibe
09:22 ‘Êrîşa li dijî jin û xwezayê heman hişmendî ye'
09:21 Di avahiya yek odeyî de zivistanê pêşwazî dikin
09:21 Kevirê Oltiyê hêj rastî eleqeyek mezin tên
09:20 Koçeran xwe berda quntarên Bagokê
09:19 Karmenda hat îhrackirin niha findan difiroşe
09:00 23 MIJDARA 2017'AN
08:43 Gund û mezrayek Farqînê hatin qedexekirin
22/11/2017
20:01 Pûtîn: Bila Sûriye bi xwe qedera xwe diyar bike
19:29 Maşîna zirxî ya polîsan zarokeke din birîndar kir
17:14 Jinan banga tevlêbûna mîtînga 25'ê mijdarê kirin