AMED – Miduriyeta Giştî ya DÎSKÎ, têkildarî qûtkirina ava vexwarinê ya li Amedê hişyarî da.
Miduriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Amedê (DÎSKÎ) têkildarî bandora qûtkirina ceryanê ya li ser ava vexwarinê û teserûfa avê bi daxuyaniyek nivîskî hişyarî da.
Daxuyaniya DÎSKÎ’yê ya derbarê ava vexwarinê de wiha ye: “
“Van rojên dawîn gelek caran ceryan li Bazgeha Pompekirinê ya Bendava Dîcleyê û li hewza Gozeliyê tê birîn. Ji ber vê yekê pompeyên me yên ava vexwarinê ji dewrê dikevin û ji ber vê yekê hin caran ava vexwarinê bo bajêr nayên dayîn.
Ji ber vê yekê demsala havînê ku zêde av tê mezaxtin gelê me ji ber van kêşeyan bêav dimîne. Ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin rêberiya me hewldanan li cem saziyên têkildar dike û her weha rêveberiya me, ji bo di pergala me de ev kêmasî bên çareserkirin jî heta ji destî tê lê dixebite. Ji ber vê yekê ji bo gelê me demeke dirêj bêav nemîne divê der barê teserufa avê de hesasîyeta pêwist bike. Bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.”