STENBOL – Rojnameger Nîkolaos Stelya, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye yên Herêma Rojhilatê Akdenîzê û xebatên sondajê û wiha got: “Di halê hazir de îzolasyona Tirkiye ya li herêmê bi xwe re aloziyê ava bike. Dîsa bêtir civaka Tirk û Kibrisê ji hev dûr dixe."
Tevî hemû îtîraz û nerazîbûnan xebatên Tirkiye yên li Akdenîza Rojhilat ên sondajê berdewam dike. Tirkiye xwe amade dike ku çaremîn keştiya sondajê bişîne herêmê. Welatiyên Yekîtiya Ewropa (YE), li dijî vê yekê yekemîn pêkanînên xwe xist meriyetê. Banka Razemeniyê ya Ewropayê, heta dawiya salê dayîna krediyan a Tirkiye rawestand. Edîtorê masaya Rojnameya Kathimerinî ya Tirkiye ku li Kibrisê tê çapkirin Nikolaos Stelya, têkildarî geşedanên li Akdenîzê pêş dikevin nirxand Stelya, anî ziman ku Krîz di sala 2010’an de piştî hevsengiya li Akdenîza Rojhilat pêş ketin hat rojevê û wiha got: "Tirkiye bi Rûsya re ket nava rageşiyê. Piştî bahara Ereban di navbera Tirkiye û Îsraîl de rageşî gelek zêde bû. Wê demê çavkaniyên Enerjiyê yên li Rojhilatê Akdenizê bû sedema rageşiyê. Wê demê Yunaînsan jî ket krîza aborî. Bi piştgiriya DYA li nêzî Kibrisê li Enerjiyê geriyan."
Stelya, anî ziman ku ev çavkaniyên enerjiyê ji bo Tirkiye gelek girîng in û wiha got: "Ev çavkanî ji bo Tirkiye gelek girîng in. Tirkiye dixwaze li herêmê di qada enerjiyê de bibe welatê yekemîn. Ji ber vê yekê Tirkiye ji nezîk ve bi van çavkaniyan eleqeder dibe. Di vê meseleyê de divê hewldana “Anadolu Kaplanlari’ ku li Tirkiye xwedî sermameyek girîng e, ya di qada enerjiyê de divê li ber çavan bê girtin. Dîsa milê din ê Tirkiye milê jeostratejik e. Tirkiye dixwaze li Rojhilata Akdenîzê bibe xwediyê çavkaniyan. Rayedarên Enqereyê pêşengiyê didin ku li Akdenîzê bibin xwediyê çavkaniyan. Dîsa divê em li ser rewşa Kibrisa Tirkiye rawestin. Tirkiye bi awayekî xwezayî piştgiriyê dide pozîsyona Tirkên Kibris.
Gelek şaşiyên Stratejiya Tirkiye ya li Rojhilata Navîn û Akdnîza Rojhilat heye. Tirkiye di sala 2011'an de li hemberî gavên milê Rûm kêm ket. Di sala 2019’an de hiqûqa deryayê li gorî xwe şirove kir û li dijî milê Rûm zex pêş xist. YE li hemberî vê yekê bi sînor be jî bertek nîşan dan. Berteka YE ya bi sînor nîşan da ku dibêje 'Ez di ferqa meseleyê de me. Kibriz ne bê xwedî ye'. Hem Tirkiye dereng gavan davêje, hem jî bersîvê nade gelek pirsan.
Paradîgmaya netew dewletê ya ku li ser axa Împaratoriya Osmanî ya ku em dibêjin axa hevpar e bilind dibe, li ser hin xetênk fayê (erdhejê) hatine avakirin. Ji bo Tirkiye du xetên fayê yên nijadi û civakî hene. Yek jê xeta fayê ya meseleya Kurd e. Ya din jî Pirsgirêka Kibris e. Ger ku bi şiklekî pirsgirêka Kibris çareser bibe wê hinek bêhna Tirkiye bê ber wê.
MA / Sadîye Eser