MÊRDÎN - DBP’iyan xwestin kesên duh li Mêrdînê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin bên berdan û gotin: “Emê tu carî dest ji demokrasiyê, wekhevî, mafê mirovan, edalet û helwesta bernedin.”
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê, derbarê binçavkirinên Hevserokên DBP’ê yên Mêrdînê Leyla Bozkûrt û Şehmûs Sûn, Hevşaredarê Navçeya Nisêbînê Ferhat Kût û 3 kesên din de li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û binçavkirin şermezar kir.
Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dûndar û Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê Halîde Turkoglû beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Rêveberê DBP’ê yê Mêrdînê Zubeyîr Beştaş, di civînê de axivî û wiha got: “Li dijî partiya me bi awayekê pergalî êrîş hene. Duh di serdegirtinên malan de, operasyona qirkirina siyasî pêk hat. Bi van operasyonan dixwazin xebatên partiya me krîmînalîze bikin. Bi van girtin û binçavkirinan dixwazin xebatên me asteng bikin û me teslîm bigirin. Em ji vê derê cardin bang dikin, em nûner û rêveberên partiyek siyasîne. Emê tu carî dest ji demokrasiyê, wekhevî, mafê mirovan, edalet û helwesta bernedin.”
Beştaş xwest demildest hevalên wan bên berdan û binçavkirina hevalên xwe bi tundî şermezar kir.
Daxuyanî piştî axaftina Beştaş, bi lêxistina çepikan bi dawî bû.