HATAY - Girtiyê nexweşîna penceşêrê Muhsîn Kizilkan ê 20 rojan li nexweşxaneyê têkoşîna jiyana da û jiyana xwe ji dest da li Îskenderûnê hat definkirin.
Girtî Muhsîn Kizilkan ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bibû û di Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn a Hatayê dima, di 5'ê Tîrmehê de wî rakiribûn nexweşxaneyê. Kizilkan, duh li Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kizilkan ê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Îstenderûnê îro ji aliyê malbatê ve hat girtin û li Goristina Çankaya ya Îskenderûnê hat defin kirin.
Li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îskenderûnê derbarê Kizilkan ê jiyana xwe ji dest da de civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Serokê Şaxê yê ÎHD’ê Coşkûn Selçûk di civînê de axivî û diyar kir ku navê Kizilkan di lîsteyan girtiyên nexweş de hebû.
'TEMAŞEYÎ MIRINAN DIKIN’
Selçûk, diyar kir ku Kizilkan li nexweşxaneyê emeliyeta mejî derbas kir û wiha got: “Tu têkiliya vê nexweşiyê bi nexweşiya penceşêrê re tunebû. Piştî emeliyatê carek din nehat ser hişê û jiyana xwe ji dest da. Di lîsteya me ya nû de, 458 jê giran 1334 girtiyên nexweş hene. Temaşeyî mirinên girtiyên nexweş dikin. Girtî bi tabûtan tên berdan. Atengiyên burokratîk, zorî zehmetiyên qanûnî ji bo nexweşên girtî bûne mîna îşkenceyê. Ji bo tabût ji girtîgehan dernekevin, divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û li gel malbatên xwe bên dermankirin. Emê heya dawiyê şopdarê rewşa girtiyên nexweş bin û em ji malbata Mûhsîn Kizilkan re sersaxiyê dixwazin.”